NAVENDA NÛÇEYAN –
Firat Cûdî nivîsandî…
Sala 1997, ji bo PKK’ê salekî pir tîr bûbû. Wek roja me ya îro, êrîşên dijwar û pir alî hebû. Hêzên heremî û navnetewî jî di nav de, siyasetek îmha û înkarê hatibû meşandin. Par bi par û hemwext, tasfiyekirina PKK’ê hatibû armanckirin. Jixwe di meha Gulanê ya sala 1996’an de jî li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan êrîşek hatibû kirin. Ew erîş negihîştibû armanca xwe. Dîsa jî Rêber Ocalan, li ser berdewama wan êrîşan bal kîşandibû.
Dîrok, dîsa Rêber Ocalan piştrast kiribû. Di 14’ê Gulanê 1997’an de dewleta Tirk, operasyonekî mezin li ser Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin. Tên zanîn ku di wî operasyonê de dewleta Tirk a dagirker bi deh hezaran leşker re xwestibû serbikeve. Dîsa wek roja me ya îro, gerîla berxwedanek bêhempa dabû.
Beriya operasyonê him KDP him jî YNK daxuyanî dabûn ku di wî şerî de bêteraf bimana û bi dewleta Tirk re tevnegeriyana. Ji ber ku di navbera PKK û KDP’ê de, hevpeymanek (1995) hebû ku PKK bikaribe li Hewlêrê xebat bimeşîne. Lêbelê piştî operasyon destpê kir, hêzên KDP’ê li ser saziyên girêdayî PKK’ê de girt. Hemû sazî hatin qedexekirin û alîgirên PKK’ê hatin girtin.
Lê di roja 16’ê Gulanê de hêzên KDP bi talîmata dewleta Tirk êrîşek hov li hemberî mala gazî û birîndaran kir. Di vê êrîşê de Rêhevalên Hêlîn Serhed, Salîh û Ozan jî di nav de nêzî 70 kadro, sempatîzan û xebatkar ên PKK hatin qetilkirin. Cenazeyên gelek şehîd hê jî naye zanîn li ku ne! Bi komî hatiye veşartin.
Me got; ew êrîşa ku 25 sal berê hatibû kirin, îro jî xwe dubare dike. Em hemû dizanin ku KDP doh jî xwest PKK tasfiye bibe, îro jî dixwaze ji holê rabe. Ji bo berjewendiya xwe û xizmetkirina dewleta Tirk êrîşê PKK’ê dike. KDP, ji bo malbatek heye. Ev malbat jî tenê ji bo xwe kar dike. Tiştek nîne ku neke. Beriya her tiştî malbata wan tê. Ji dîrokê em dizanin; di salên 80 û 90’î de xwestin ku malbatî li Botan pêş bikeve û welatparêzî li paş bimîne. Aniha li Şengal, li Mexmûr jî heman tişt derbasdar e. KDP, bi berjewendiya malbatî dixwaze hestên yekîtiya Kurd û welatparêzî ji holê rake. Bi vê yekê pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk veke. Ew hemû îxanet e! Baş e PKK heye! Beriya çend rojan Hevseroka Konseya Rêvebir a KCK’ê Besê Hozat ji ANF’ê re gotibû: “KDP, hewl dide Başûrê Kurdistan bike wîlayetek Tirkiye”. Mirov dikare bêje ku KDP Kurdîniya xwe winda kiriye. Welatparêzî li wan de tine ye. Taybetî jî di mala Barzanî de. Em bînin bîra xwe; Rêber Ocalan çi gotibû: “KDP, ne welatparêz e û ne nijadperest e. Nikarin bibin nijadperestek jirêzê jî. Nijadperestiya wan jî derew e”.
KDP, îro jî bi heman hişmendiyê tevdigere. Em binêrin; ji 17’ê Nîsanê vir ve KDP çi dike? Him ji alî teknîkî him alî dîplomatîk him jî alî leşkerî ve mil dide dewleta Tirk. Heya niha gerîla hêza dewleta Tirk parçe parçe kir. Û hê jî şer bi dijwarî, bi şev û roj dewam dike. KDP jî wek dewleta Tirk, di şerê xwe yê dawî de bi israr e. Ji ber ku dizane gerîla serbikeve, ew jî wek dewleta Tirk têk biçe û cihê xwe yê zibildana dîrokê bigire.
Baş e, em çi bikin?
Pêwîst e em hemû nirxên xwe xwedî derkevin. Helbet bawerkirin an jî bi hest û raman bi gerîlayê re yekbûn girîng e. Lê teqez ne bes e! Nirx, wateya xwe ji heqîqetê digire. Heqîqet jî bi azadiyê re girêdayî ye. Welatparêzî nebe, kî/ê dikare bêje ‘Ez azadîxwez im’. Gelo gerîla nebe Şengal nakeve? Gelo Şengal bikeve, li ser Mexmûrê êrîş nakin? Nexwe gelê Mexmûr jî, Şengal jî divê li hemberî vê îxanetê û êrişê derkeve. Ango em ji bo azadiyê ranebin ser xwe, hevkariya KDP’ê neşkînin, kulmê xwe lênedin dewleta Tirk a dagirker, em nikarin behsa nirxên xwe bikin. Nirxên me yên herî pîroz şehîd in. Ji ax, welat, mal û milk girîngtir e. Ka binêrin mal û milkê gerîla heye? Ka bila yek derkeve û bêje mal û milkê Şehîd Bedran Gundikremo heye? Îro Şehîd Bedran ji welatparêzî heya komutantî, nirxek pir mezin temsîl dike. Nirx nebin, nirx neyên jiyankirin wê gavê em jî nikarin hebin û jiyan bikin. Em nikarin navê Hewlêrê ku bi destê KDP û dewleta qirker qirêj kirî, pakij bikin.
Bi vê wesîleyê, em qetlîama Hewlêrê bi dijwarî şermezar dikin û di şexsa şehîdên Hewlêrê û meha Gulanê, teva şehîdên xwe yên azadiyê bi rêzdarî û bi minet bibîrtînin. Û wek Şehîd Hozan Serhed gotî dîsa soza xwe didin:
Hewlêr, namîne wek caran / Wê bibe gora xayinan / Bi xwîna Hêlîn û Salihan / Geş dibin çîçek û sorgulan