NAVENDA NÛÇEYAN – Strana Bahoz Kurdistan ku hunermendê Rojhilatê Kurdistanê ye bi navê axa Başûr bi pere nafroşim, bilav bû.
Ev Berhem bi zimanekî rexnegirî, ya ji bo dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ve, ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê derket.
Bahoz ku peyvên stranê bi xwe nivîsandiye, di stranê xwe de bal dikşîne ser dijminatiya Malbata Barzanî ya di nava dîroka Kurdistanê. Heman demê de Bahoz bi gotinên xwe yên ku di nava stranê de nivîsandî de bal dikişîne ser dîroka Kurdistanê ya ku hatiye berovajî kirin û rastiya PDK’ê ku heya niha her hewl dide wê veşîre.
Bahoz Kurdistan ku ev bû demeke dengbêjiyê dike, di aliyê hunerî de bûye xwedî bandorekê li ser civakê. Di pêvajoya berxwedana Rêveberiya Xwaser ya Bakurê Kurdistanê, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nava şertên herî zor û zehmet de stranên redîqal derxist. Heman demê de ji bo Rojavayê Kurdistanê jî, ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê de stranek derxist û belav kir. Her wiha ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî stranek nivîsandî.
Piranî stranên ku Bahoz dinivîse naveroka wan aliyê dijminatî û berxwedanê ye, bi zimanekî redîqal stranên xwe weşan dike.