NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…
Beşa herî girîng a komploya mezin a Gladîoyê li vir li Îmraliyê hewl didan pêk bînin. Şefê yekîneya ez anîm Giravê General Engin Alan e, û wezîfeya wî bi xwe jî vê rastiyê têra xwe zelal dike. Engin Alan bi awayekî fermî şefê Fermandariya Hêzên Taybet ango şefê Gladîo Tirk bû. Rayedara Konseya Yekîtiya Ewrûpayê ya ez li giravê pêşwazî kirim pirr baş nîşan dida ku Yekîtiya Ewrûpayê çiqasî di nava vê komployê de ye. Bi vî awayî hevpeymana rêveberiyên DYE, YE û Dewleta Tirk derdiket holê. Operasyon ji serî heta binî di bin berpirsiyariya siyasî ya DYE û YE de ji aliyê NATO ve hat meşandin. Ji sê nîşaneyên me îşaret bi wan kir (şêwirmendê Serokê DYE’yê Clinton General Galtieri, li ser navê komîseriya siyasî ya YE rayedara jin û Şefê Fermandariya Hêzên Taybet Engin Alan) ti tefsîreke din nîne vê piştrast bike. Ev rastî piştre derketin holê, lê min ti carî bawer nekiribû ku hêzên min bê tesîr dikin hêzên hukûmeta Tirk nînin, lê ez bi temamî li vê mekanîzmayê serwext nebibûm. Pêvajo li derveyî awayê wê yê rast gelekî cuda nîşan didan. Pirr zêde hewl didan nîşan bidin ku hukûmeta Tirk bi ser me de tê û encam digire. Dema wan ez radestî Tirkiyê kirim haya serokwezîr Bulend Ecevît ji vê tinebû û ev jî vê îddîaya min piştrast dike.
Li Giravê eskerê ez pêşî pêşwazî kirim albayekî bi paye yê bi kincên eskerî bû. Xwe weke nûnerê Fermandariya Giştî da naskirin. Bi awayekî dualî û bi dizî axaftinên girîng kiribûn û ev yek bi kêr dîtibû. Paşê dema jêpirsînê bi awayekî fermî dest pê kir heman rayedarî axaftinên girîng û cihê kiribûn. Jêpirsînê çeprast deh rojan dewam kiribû û têde heyeteke ji çar yekeyên ewlekariyê (Fermandariya Giştî, Cendirme, Emniyet û Îstîxbarata Mîllî) pêkhatî girtin. Di vê navberê de min kaseteke xîtabî fermandaran bike qeyd kir. Paşê bi mehan em bi awayekî sohbetwarî axivîn. Hinek kesên din jî car caran diketin dewreyê û ji Ewrûpayê jî car caran hinek heyet dihatin.
Ji Ewrûpayê jî car caran heyet hatin. Min bi têgihiştinekê parêzname amade kir ku xisleta komploya navneteweyî ya pêvajoya Îmraliyê li ber çavan girt. Kesên bi bîreweriyeke giran a tirkparêziyê û li ser navê tirkparêziyê tevdigeriyan bi rastiyê re têkiliya wan qut bûbû. Li gorî xwezaya wan nebû ku karibin li felsefeya li pişt komployê serwext bibin. Ji ber ku bi kêmanî bi qasî sedsalekê vê felsefeya komployê avahiyên xwe pêk anîbûn û ew jî berhemên wan bûn. Lewma mirov li bendê be ku ew van pêkhateyên hatibûn avakirin înkar bikin û bi awayekî rexnegir nêzîk bibin. Hem di dema dadgehkirina komedîwarî de, hem jî di pêvajoya hukimxwarina min de bê mane bû ku ez ji wan li benda guhertineke erênî ya îradeyê bûma. Nûnerê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşê bi pistepist hinek tişt gotin. Di şertên heyî de mirov ji pêkhatina gotinên wî bawer bikira wê safitî bûya. Jixwe ne xwediyê wê hêzê bûn ku gotinên xwe bi cih bianiyana. Ji bo min sîstemeke DYE li pişt wê û di kontrola YE’yê de vedîtibûn. Ingilîstanê ev vedîtin hûnandibû û li hev anîbû, ya para Tirkan jî diket pêkanîn bû.
Gelekî girîng e ku mirov zêhniyeta felsefî û polîtîk a li pişt komployê fêhm bike. Ez têm û diçim, dizîvirim û timtûtim tînim ziman ku komplo bingehekî xwe yê sedsale heye. Min behsa wan komployan kir ku di her demê de gava qonaxekê bûn. Mirov bi carekê dikare bi sedan ji van komployan mînak bide û rêz bike, hema bi tenê ji van ên li dijî Kurdan komploya Alayên Hemîdiyedi sala 1959’an de doza 49’an û di sala 1960’î de doza 400’an, kuştina Faîk Bucak û kuştina Sait Kirmizitoprak ji aliyê PDK’ê ve, dîsa di qonaxa avabûna îdeolojîk a PKK’ê de bi sedan komployên ji aliyê heman zêhniyetê ve hatine organîzekirin. Komlogeran ev weke hunerekî hosteyane yê desthilatdariyê dihesibandin. Ango komplo giyan û amûrê herî girîng ê hunerê desthilatdariyê ye. Ji sedî sed diviyabû ev huner ji bo Kurdan li ser bingehê komployê bihata meşandin. Eger komplo bi rêbazeke eşkere bihata meşandin wê bibûya mîna bûyera zarokê ji diya xwe re gotiye “Yadê binêre qral tazî ye.” Hêzeke desthilatdariyê ya kirinên heta bigihîje qirkirinê dabe pêşiya xwe ji wê re amûrek ji bilî komployê û zêhniyeta rê dide wê tineye. Li vir a girîng ew e, mirov hêzên di nava komployê de cih digirin rast nas bike û bide naskirin.
Ez divê diyar bikim ku di pêvajoya Îmraliyê de ez di vê mijarê de ketim tengasiyê. Ji ber ku di nava komployê de hêzên gelekî di nava nakokiyê de hebûn. Ji DYE’yê heta bi Federasyona Rûsyayê, ji Yekîtiya Ewrûpayê heta bi Yekîtiya Ereb, ji Tirkiyê heta bi Yewnanistanê, ji Kenyayê heta bi Tacikistanê gelek dewletan di nava komployê de girtibûn. Ew çi bû ku dijminên sedsalan Tirk û Yewnan dianîn cem hev? Çima li ser pişta min hevgirtinên evqasî bêprensîb an jî yekîtiyên berjwendiyan çêdibûn? Herweha bi sedema ku ez bûbûm hedef hevkarên neteweyî, çepgirên Kurd û Tirk ên di ber xwe de kêfxweş bûbûn hejmara wan têra xwe hebû. Dinya fermî mîna ku di şexsê min de dijminê xwe yê herî xeternak xistibe quncikê û tengav kiribe. Di nava PKK’ê de jî kesên ku bawer dikirin deriyên siberojê li wan vedibin û firsend çêdibe çawa bixwazin wisa bikin, hejmara wan ne kêm bû. Bêguman bi danasîneke giştî û sereke mirov dikare bibêje, bi tevahî hêzên behsa wan tê kirin, ji wan beşên ku li pey berjewendiyên modernîteya kapîtalîst a lîberal diçin, pêk tên. Ez li hemberî zêhniyeta wan a faşîst û lîberal û ji bo berjewendiyên pirraniya wan wekî tehdîdê bûm.
Mînak Ingilîstan di nava van hêzan de ya herî bi tecrûbe ye. Ji bo min li Ewrûpayê polîtîka nekirana vê hêzê gava pêşî avêt. Min çawa gava xwe avêt neavêt Ewrûpayê ez tavilê weke ‘persona non grata’ ango ‘Kesê Nayê Xwestin’ îlan kirim. Ev ne gaveke besît bû, ji ber ku vê gavê ji destpêkê ve encam diyar dikir. Baş e, helwesteke bi vî rengî ya ji bo Xumeynî, ji bo Lenîn nehatibû nîşandan, çima ji bo min hat nîşandan? Min di gelek beşên parêznameya xwe de hewl da der barê bersiva vê pirsê de hinek agahiyên mirov pê bi ser meseleyê ve bibe, bidim. Ji lewra hewce nake mirov dubare bike. Bi kurtî, li pêşiya hesabên dused salan ên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn, nexasim li pêşiya polîtîkayên li ser Kurdistanê (bi kurtî, ez li pêşiya polîtîkaya ji Komara Tirkiyê re dibêje “Mûsil û Kerkûkê bide, Kurdên xwe tine bike” bûbûm asteng) ez weke kelemekî ciddî derketibûm holê. Ez hêdî hêdî li dijî pîlansaz û pêkhêneran bi tehlûke dibûm. Derdê DYEyê jî cuda bû. Dixwest Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bixe dewreyê. Ji bo vê jî bûyerên li Kurdistanê bi qasî ku bibin kilîta vê gavavêtinê girîng bûn. Li gorî konjonkturê bi kêmanî diviyabû ez bihatama bêtesîrkirin. Di wan rojan de tesfiyekirina min li gorî polîtîkayên wan ên global di cîh de bû. Rûsya di dîroka xwe de bi krîzeke ekonomîk a girîng re rûbirû bûbû û gelekî bi lez pêdiviya wê bi krêdiyê hebû. Eger ji bo derdê wê bibûya derman, ti sedem tinebû ji bo ku di komployeke li dijî min de cih negire. Jixwe yên din birayên piçûk ên sernerm ên ‘Kekê mezin’ bûn. Her gotina wî datanîn ser serê xwe. Ji bo çepgirên Tirk (li derveyî îstîsnayan), hevkarên Kurd û kesên di nava PKK’ê de nerehet, firsendek hebû ji bo ji hevrikekî xwe yê ciddî rizgar bibin. Li gorî tehlîla dawî, felsefeya herî li jêr a di binê vê helwesta wan de felsefeya berjewendiyên rojane yên lîberalîzmê, pragmatîzm û egoîzm e.
Dema ez van dibêjim, ez bawer dikim ku bi vî awayî rastiyê hinekî din zelal dikim. Di wan rojan de ji bo ku mirov karibe alîgirê azadiya Kurdistanê û bidestxistina nasnameya Kurdan be, divê mirov karibe ji her cure berjewendiyên rojane yên lîberal, pragmatîzm û egoîzmê bihurîbe, û her tişt mirov neçar dike û fermanê dide mirov -çi çepgirî û çi rastgirî- divê ji jiyana modernîteya kapîtalîst dest bikişîne yan jî li ber wê rabe. Berevajî dinyaya wan rojan ew dinya bû ku lîberalîzma global ji bo şerê fetihkirina dinyayê rabûbû pêdarê. Di wan salan de faşîzma lîberal li nava dinyayê serweriya xwe îlan dikir. Ji aliyê polîtîk ve, Rojhilata Navîn navenda têkoşîna hegemonîk bû. Têkoşîna li ser Kurdistanê di warê hesabên hegemonîk de bi rola kilîtê radibû. Pozîsyona îdeolojîk û polîtîk a PKK’ê bi hesabên hegemonîk re di nava nakokiyeke eşkere de bû. Ango bi tesfiyekirina min re pêşî li van hesaban vedibû.
Di çerxa Îmraliyê de ev hesab hemû di şexsê min de ji nû ve lebitîn û tevgeriyan. Ji bo min karîbûya pêvajoya Îmraliyê analîz bikira, diviyabû ez xwedî bîrbirinekê bûma haya xwe ji şerên berjewendiyan ê rojane yê bingehekî xwe yê dirêj ê dîrokî hebûya. Di nava hesabên komployê yên sîstema hegemonîk de yek ji xusûsa divê haya mirov jê hebe ew e, polîtîkayên ‘parçe bike-bi rêve bibe’ di dused salên dawiyê de bi hosteyî li ser herêmê pêk tînin û diviyabû mirov nebûya destikê van polîtîkayan, nexasim şerê Kurd û Tirkan armanca van polîtîkayan bû û diviyabû mirov di kûrkirina vî şerî de bi kêra van hêzan nehata. Ermenî, Grek, avahiyên etnîk ên li Balkanan, Ereb, Suryanî, Tirk û Kurd bûn destikê van polîtîkayan û gelek tişt ji dest dan. Hinek ji van navbihuriyan ji çand û welatên xwe yên hezarê salan bûn û heta ew ji civakbûnê derxistin. Herweha ji ber ku bi Tirkan re diman hêrsa gelek hêzan li dijî Kurdan rabûbû. Yekîtiya ji Şerê Melezgirê ve girîngiya xwe ya stratejîk diparast, nexasim bi polîtîkayên îmha û înkarê yên ji 1925’an ve hatin meşandin, badilhewa çû. Eger mirov tesfiyekirin û înkara vê hêmana rastî ya Komarê hûrûkûr lêbikole û bi felsefeya dîrokê şîrove bike, mirov ê bibîne ev yekîtiya stratejîk bi xwe hedef e. Ingilîzan û şaxên wan ên hundir zor didan Mistefa Kemal û ev gava herî girîng a komployê ye. Di felsefe û diyardeya rêveberiya Tirk a ji rêûresmê de asîmîlekirin û dijminatiya Kurdan tineye. Ev dijminatî bi armancên taybet çêkiribûn. Pêvajoyên serîrakirinan û bûyerên piştî wan vê rastiyê piştrast dikin. Ev rewşa ku li Îmraliyê bala min kişand û kir ku bêhtir li ser biponijim, di felsefeya min a polîtîk de rê li ber veguherînên bingehîn vekir.
Min parêznameyên xwe bi sê versiyonan pêk anîn û di navê de mirov dikare pêşketina vê fikra siyasî bibîne. Bi xetên sereke encamên ez gihiştim wan wisa ne:
a- Komplo di şexsê min de bi tenê ne li dijî Kurdan, di heman demê de li dijî Tirkan jî hatibû kirin. Şêweyê radestkirina min û niyeta kesên di vê de rol girtin, ne bi dawîkirina terorê û çareserî bû, dixwestin bingehê şerekî sedsaleke din dewam bike, kûr bikin. Komploya wan a li hemberî min ji bo vê niyeta wan firsendeke îdeal dida. Bêguman dixwestin heta dawiyê vê firsendê bi kar bînin. Jixwe nabe ku mirov berevajiyê vê bifikire. Ji ber ku wan bixwesta, karîbûn bi kêra gelek bûyerên erênî bihatana. Lê wan timî hewl dida pêşiyê li çareseriyê bigirin, li şûna çareseriyê mesele dikirin tam mîna girêkeke kor û li hev digerandin. Dixwestin dualîteyeke tîpîk a Îsraîl û Filistînê biafirînin. Çawa ku dualîteya Îsraîl û Filistînê ev sed sal in ku ji hegemonya Rojava ya li Rojhilata Navîn re xizmet kir, dualîteya Kurd û Tirk a gelekî ji wê mezintir jî bi kêmanî karîbû sedsalekê ji hesabên hegemonîk re xizmet bikirana. Jixwe bi heman armancê di sedsala 19. de li herêmê gelek pirsgirêkên etnîk û mezhebî afirandin û bê çareserî hiştin. Rastiya Îmraliyê di vî warî de agahiyên min ên xam têra xwe gihandin. Lê pirsgirêka herî girîng a li pêşiya min ew bû, min ê ev bi elîtên rêveber ên Tirk çawa bida fêhmkirin.
b- Ango pirsgirêka min a herî girîng ew bû, ez bidim fêhmkirin ku ev komplo ji şexsê min û Kurdan bêhtir li dijî Tirkan e. Min ev timûtim ji bo kesên di jêpirsînê de destnîşan dikir. Lê ew bi ber bayê serketinê ketibûn. Vê rewşa wan heta bi 2005’an dewam kir. Ango kengî fêhm kirin ku tevgera azadiyê û nasnameya Kurd ji berê bêhtir zindî, gurr û geş e. Ez li ser mijarê bêhtir hûrûkûr sekinîm û min mitale kir. Hingê min hêmanên komployê yên demên Meşrûtiyet û Cûmhûriyetê ji nêz ve dîtin. Min dît ku ew bûyera jêre serxwebûna Tirk digotin cureyekî girêdanê yê yeman e. Girêdana Tirkan îdeolojîk û polîtîk bû. Her ku diçû, ez bêhtir baş lê hayil dibûm ku milliyetgirî û neteweparêziya Tirk jêdera xwe derve bû û zêde têkiliya xwe bi dîrok û diyardeya civakî ya Tirk re tinebû. Hêzên hegemonîk der barê desthilatdariyê de zanîbûn ku elîta rêveber a Tirk çiqasî qels e, û ev qelsiya wan bi kar dianîn. Hakimiyeta wan a sînornenas li ser Kurdan jî ji heman qelsiyê dihat. Ev hakimiyet di heman demê de mehkûmiyeta wan bû. Hakimiyeta wan timî bi destê xelkê bû, îdeolojiya wan bi xwe tinebû; ya rastî pîvana ‘hakimiyet her tişt e, îdeolojî ne ti tişt e’ pêk dianîn.
c- Hêzên hegemonîk ji bo kûrkirina dualîteya Kurd û Tirk rêbaza bi kar dianîn rêbaza ‘kîvroşk bireve, tajî bigire!’ bû. Jixwe di peyhevketinê de hem kîvroşk û hem jî tajiyê biwestin û di encamê de herdu jî wê bikevin xizmeta xwediyên xwe. Tişta li ser min ew bi xwe dimeşandin hebûna vê rêbazê piştrast dikir. Çi nêzîkatiyên Konseya YE’yê, çi jî biryarên DMME’yê tam jî ji pêkanîna van polîtîkayan re xizmet dikir. Di herduyan de jî mentiq ew e, heta dawiyê herduyan bi xwe ve girê bide. Armanc dad û çareserî nîne. Min parêzname bêhtir jî bi armanca teşhîrkirina vî mentiqî pêk anîn. Bi awayekî li ti welatê NATO’yê nehatiye dîtin, rêxistiniya Gladîo li ser dewletê dane rûniştandin. Kes nikare vê bi niyeta baş û mijarên ewlekariyê rave bike. Ji ber ku hefsar di destên wan de ne, û ji bo ku welat çawa dixwazin bi rêve bibin firsendeke bêhevta dide wan, çavên xwe li hebûna şaxê Gladîo yê Tirkiyê girtin. Kengî mirov bi tevahî ji nêz ve li Gladîo’yê bikole û felsefeya wê derxe holê, mirov ê bibîne, armanca wê ew e, bi awayekî kurtebirr welat dagir bike, gelê wê ji hev parçe bike û parçeyan berde hevdu. Nexasim li cem şaxên wê yên li Rojhilata Navîn ev rastî timûtim bi kirinên wan xwe dide der. Ji bo rêvebirina gelekî amûra herî bi tesîr e. Hem gelê wê li ber dewletê radike, hem jî herduyan bi hev dide pelixandin. Yên bi tehlûke didîtin bi vê rêbazê tesfiye dikirin. Di rastiya rêveberiya şêst salên dawî yên Tirkiyê de ev diyarde pir balkêş e. Mîna ku welat kirin laboratuwara şerên Gladîo’yê. Bi tenê şerên ji ber Gladîo yên di tevahiya pêvajoyên girîng ên PKK’ê de qewimîn têrê kir ku dawî li dostaniyên sedsalan ên ji rêûresmê yên dewlet û gelan bîne.
d- Ji bo xirakirina vê lîstikê, min pêvajoya Îmraliyê weke platformeke îdeal nirxand. Ji bo vê jî min bingehê xwe yê teorîk ku pêdivî pê hebû, bi hêz kir. Min şertên çareseriya siyasî û aştiyane bi tevahî argumanên pratîk û felsefî beridandin. Ez li ser xweseriya çareseriya siyasî û demokratîk ponijîm. Ev xebatên zor bûn û ji bo wan diviyabû mirov bi sebir be, karîbûn girêkên kor ên komployê ji hev vekin û alternatîfên çareseriyê biberidînin. Di vê mijarê de ti çareya min ji bilî baweriya min a bi min tinebû. Ya rastî, yên di pêvajoya komployê de cih girtibûn niyeta wan cuda bû. Di şexsê min de dixwestin PKK’ê û Tevgera Azadiyê biqedînin, tine bikin. Kirinên li girtîgehê, bi tevahî nêzîkatiyên li DMME’yê û YE’yê bi vê armanca sereke ve girêdayî bûn. Li Tevgereke Kurd digeriyan ji min şuştî be. Tevgereke xesandî dixwestin; dixwestin versiyoneke modern a hevkarên ji rêûresmê ya di xizmeta efendiyên xwe de pêk bînin. Nemaze xebatên demdirêj ên DYE û YE’yê di vê çarçoveyê de bûn. Li ser vî bingehî, ji bo hevgirtinê deriyên wan li elîtên rêveber ên Tirk vekirî bûn.
Xulase, ev modela xesandinê ya nexasim hegemonyadariya Ingilîz pêşî di tevgera çînî ya karker de, paşê di tevgerên rizgariya neteweyî û tevgerên şoreşgerî-demokratîk de bi awayekî serketî pêk anî, bi rêbaza azadî û mafên mirovan ên lîberal gihand serketinê. Serokên şoreşger û rêxistinên wan tesfiye kirin. Rêbazên tesfiyeyê yên bi sedan salan pêk dianîn bi awayekî bi heman rengî li dijî PKK’ê, tevgerên şoreşgerî, azadî û wekheviya kolektîf pêk dianîn. Encama ji pêvajoya Îmraliyê li bendê bûn ev bû; pîlana li ser gelekî xebitîbûn û dixwestin bi hosteyî pêk bînin ev bû. Stratejî û taktîkan di çarçoveya vî pîlanî de diberidandin. Parastina min li beramberî van, ne xwe dispart helwesta dogmatîk û klasîk a Ortodoks, ne jî xwe disipart xwerizgarkirinê û başkirina şertên min. Tişta rê da ber parastina min, riya çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet a bi pîvan bû ku ev li gorî rastiya civakî û dîrokî ya gelan bû.