NAVENDA NÛÇEYAN –
Bawerîn Koçerîn Nivîsandiye….
Çima em afrandinê weke şoreşa hebûnê bi nav dikin? Êv dibe ku weke pirsekî ji aliyê her kesî va werê pirsîn. Di serî de girînge em hebûna xwe lêpirsîn bikin ku em têkîliya di navbera hebûn û afi randinê de nasbikin, ji ber ku her du bi hev ve girêdayîne. Yek bê yekê dernakeve pêş, pêwîste her du bi hev re hebin. Em bal bikşînin ser xwezayê, emê bibînin ku hebûn û afrandin çiqas bi hev ve girêdayîne. Din nava salê de çar demsal derbas dibin. Xweza her demekî heta her kêlîyekî xwe nû dike û guhartinê esas digire. Bi vî rengî dengeya di xwezayê de dide avakirin ku hemû zindî bikarin bijîn. Em bifi kirin ku ev çar demsal zivistan’buhar ’havîn’ ‘payîz’ nebana û tenê di serdemekî da hemû zindî dikaribûn bijîn û hebûna xwe berdewam bikirana? Ev yek ne mûmkîn bû. Feqet ji ber di nava xwe da her tim di nava afrandinê daye di nava demeke kurt de bi dehan zindiyên nû dide afi randin. Ev bi serê xwe şoreşek mezine. Ema em dizanin ku ev bi serê xwe nabe gelek mijar hev du temam dikin û bi hev re dibin şoreş, tu tiştek bi serê xwe nabe serkeft in. Ji bo ku tu afi randinê qezenc bike û bibe xwedî afi randin di serî da pêwîste tu xwedî pîvanên exlaqî bî. Bê hezkirin ‘ hîskirin ‘ û zanebûyîn afrandin ne mûmkîne. Yê ku afi randinê pêş dixê yekbûyîna dil ‘rih‘ mejî ye. Em bi vê mînakê hîn bêtir dikarin somût bikin: dema em karekî bi hezkirin û zanebûyîn dikin encamek serkeft î ku bi xwe re gelek pêşketinan tîne dide avakirin, ema dema em karekî bê hezkirin bê zanebûyîn dikin em him zirar didin xwe û hem jî didin derdorê xwe ji ber tu tiştekî ku encamekî baş bi xwe re bînê nîne tê da, wê demê pêwîste em bizanibin ku menewiyet tê de nîne. Jiyanekî bê manewiyat jiyanekî miri ye û ne zindî ye. Însan pêwîste xwe ji jiyanê re berdê û tu qaygiyan nasnekê. Ku em di jiyanê de rîskan nedin ber çav, jiyan çiye emê rast nasnekin. Dîqet bikin ,di kîjan deman de ên zêde însan dibe xwedî afrînarî: di dema ciwantiya xwe ye. Ji ber ku ne tu qaygî ne jî tu sînor, ne jî tu astengiyan nasnakê. Ev dihêlê ku weke kaniyekî ku li pişt xwe meyze nakê ku çi dibe bila bibe dîsa riya xwe berdewam dike û diçe. Ji ber wê bê teredûd bê tirs ji ber her ketinek an jî her rîskek dibe tecrûbe û zanebûyînek mezin di jiyanê de. Di cewhera her însanekî de her zindiyekî de her hebûnekî de taybetmendiya afi randinê heye û tê peydakirin, ji ber ku taybetmendiyekî avabûyîna gerdûnî ye. Ema li gel hindek însanan ew afrînerî intîhar kirî ye di jiyana wan de. Mesela li gel kesîmên di milê madî de zengîn afi rînarî nayê peydakirin, encax ên zêde desthilatdarî peyda bibe ne zêde ye. Ji ber ku ked ‘hezkirin‘ hîskirin ji wê kesayetê reviyayî û koçber kirine. Ku em di civaka xwe ya îro de jî binêrin, emê bibînin ku afi rînerî ên zêde di nava kesîmên feqîr de rû dide û derdikeve pêş. Sedema wê jî ewe ku ew însanên feqîr yê ku ên zêde mûhtajin yên zêde digerê ji bo îş bibînê yê ku ên zêde ked dide yê ên zêde xwe mûhtajî jîyanê dibînin û yê ku ên zêde lêgerîna wî,wê zêdeye. Ev dibê sedema tecrûbeyekî pir mezin di jiyanê de û yê ku ên zêde bi hezkirin bi eşq nêzî jiyanê dibe û ji tunebûnê hebûnê diafrînê ye. Ji ber wê her kes afrandinê nikarê nasbikê, ji ber pîvana jiyana raste. Afi randin buhara însaniyetê ya daîmî ye, çawa ku dema buhar tê erd’ezman rengên xwe diguherînin û bi rengên azad ve xwe dixemilînin piştî zivistana sar û ewrên tarî. Her zindîyek bi hatina buharê re, mecbûr dimînê ku hemû jiyana xwe bide guhartin û şoreş bike bi rengên nû rêbazên nû riyên nû û di encam de afrandin dibe çalakiya şoreşê, şoreş jî dibe misogeriya hebûnê. Her wiha mirov vê ber bi çav di kesayeta jin de taybet dikarê bibînê. Kesayeta jin bêhtir herikbare û zêdetir civakî ye. Hebûna jin li ku derê hebê li wir şopên afi randinê hene. Ji ber ku jin hem di mejiyê xwe de hem di rih de û hem jî di fîzîk de her kêlî afi randinê çêdike. Ev tenê di kesayeta jin de sînordar namîne, di derdorê xwe de û di civaka xwe de jî dide avakirin. Bê guman di kesayeta jin de hîn zêdetir rihê berpirsyartiyê û mesûliyetê derdikeve pêş ji ber wê di afrandinê de hîn zêdetir li pêşe, ev dide diyarkirin ku mirov çiqas bi jiyanê ve girêdayî be ewqas rihê berpirsyartî jî zêde dibe. Ku girêdanbûna bi Bawerîn Koçer 8jiyanê ve nebe an jî kêm bê wê demê berpirsyartî û bi taybet afirandin jî nabin diyardeya jiyana me. Yanî însanek ku xwe di felsefa jiyanê de bi cih neke ne tenê afirandin di her tiştî de wê winda bike. Serkeftin bi tenê nayê ji bo tu bi ser bikevî pêwîste tu ala xwe ya jiyanê bilind rakî. Her tişt bi hev ve girêdayî ye, meselen heta ku tu ne xwedî ked bê û xwe newestînî, tu nikarî bibî afirînerek. Ji ber ku afirandin ewe ku tu bike û ber bi çav be gotin tenê têrê nake ku tiştê ez bêjim bibe rastî û bibe piratîk. Ev diyalektîka xweza û jiyanê ye û ew afrandin jî di nav wê diyalektîkê de bi rengekî aktîf cih digre. Her hereketek her çalakiyek her zindiyek her hebûnek dema xwe ji nû ve neafrînê wê tune bibe, ev rastiyeke. Însan jî yek ji wane. Gelek kes gelek caran rîsk li ber çavan nagirin û di cihê xwe de mayînê tercîh dikin. Ev dibe sedema xetmandina jiyanê û pêşketina wê. Ji ber wê afirandin jî dernakevê pêş. Jiyan bê rîsk û bê bedel nabe. Gelek caran ji nû ku tu tiştekî ji nû de avabike an jî biafrînê li kêleka wê jî tu bedel dide. Ku em bal bikşînin ser darekê jî emê bibînin ku ew dar çiqas rîskan dide ber xwe heta ku buhar tê û şoreş dike. Ew dar di havînê de ji ber hawayê germ baskên wê hemû dişewitin û di payîzê de hemû pelên wê yek yek diweşin wekî însanekî bê cil bimînê dimîne û di zivistanek seqem ’sar’ ku wê hişk dike re derbas dibe heya ku xwe di buharê de ji nû ve û di demek kurt de diafirînê. Her wiha rastiya hebûna gelê kurd jî bi afirandına partiya karkerên kurdistan re îro weke gelê berxwedêr tê naskırın û pêşengtiya şoreşa rojhilata navîn dike. Beriya avabûna pkk partiya karkerên kurdistan hebûnek bi navê kurd di meydana cîhanê de nema bû. Hate gotin ku, me li ser kurdan beton û çamanto kir, êdî gelek bi navê gelê kurd neman. Feqet yê ku gelê kurd ji nû ve afirand û zindî kir ji xewa mirinê rakir Rêber Apo bû. Weke ku Rêbertî dibêje, me kurd ji tirbê derxist ser erdê û ji tunebûyînê hebûn avakir. Esas mirov dikare bêje afirandin berxwedana li beremberî mirinê ye. Mejî an jî zihniyetekî ku xîtabê exlaq û wîjdan nekê nikare biafirîne ji ber ku exlaq û wîjdan pîvanê afrandinê yên esasî ne. Ku em bal bikşînin ser roja îro, emê bibînin ku ên demê bê afirandin hatiye hîştin û jê hatiye mehromkirin roja îro ye. Modernîta kapîtalîst û her wiha siyaseta şerê taybet hewl didin ku jiyana civakê bi temamî felc bike û bixe bin xizmeta xwe. Ji bo ku civak an jî însaniyet ji ked û afirandinê dûr bikeve çi ji dest hatiye wî kiriye. Bi taybet ev teknîka zêde ku hatiye pêşxistin ne ji bo însan pêş bikeve pir di milê fikir de bi hêz bibe pir ked bide ye, tam tersê wê ji bo hêz îradeya wan tune bike hate mezinkirin pêşxistin. Ev bi taybet ji bo ciwanan bê afirandin bihêlin. Di milekî de ku em binêrin emê bibînin qismekî pir mezin ji ciwanan ketine bin bandora modernîta kapîtalîst û şerê taybet, ji ber wê em dibînin ku îro di hêzkirina şoreşê de em kêm dimînin û gelek milên me yên zeîf jî hene. Ji ber ku em nikarin biafrînin hêza şoreşa me jî pir zêde dernakeve, dibê ku gelek bingehên din jî hene ku li pêşiya şoreşa me dibe asteng, feqet yek ji wan jî ku bandora xwe ya pir mezin dike jî afirandine. Ji ber ku hêza şoreşê ya gel afrandine. Îşte îro di kurdistanê de û di rojhilata navîn de jî pêwîste ciwan bi erka xwe ya afrandinê rabin şoreşa xwe mezin bikin û Rêberê xwe rizgar bikin. Çawa ku Rêbertî wan ji nû de afirand û wan bi guh ’ziman’ !mejî ’rih’û îrade kir, îro jî sira me ye ku em afirandinê di kesayeta xwe de ji nû de ji dayîk bikin û Rêberê xwe azad bikin.