NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji nivîsa şehîd Şîlan Baqî…
Dewleta Sûriye xwest mêjiyê Gelê Kurd bicemidîne, nakokiyan bide rawestandin, mirovan nîv mirî bike, di rih de wan xilas bike. Lê belê pir eşkere diyar dibe ku gelê Kurd neheliya ye. Heger tu ji zarokekî re, wekî bavekî xwe bidî qebûl kirin, lê tu ne bavê wî ya rastî bibî, ev zarok dema mezin dibe, wê fêm bike ku tu ne bavê wî yi. Wê bikeve nav lêgerîna ku gelo nasnameya wî çi ye, bavê wî kî ye?
Niha, siyaseta Suriye jî li ser gelê me ya Kurd wekî wî nimûne ye. Bavê sexte ya ku tu car wekhev nêzik nabe, ew temsîla nasnameya rast ya kesayetiya kur nake.
Gelê me ji serî heya niha, li ser axa xwe wek netewek nehat dîtin. Bi giranî jî gelê li Qamişlo û derûdorê wî de wek xerîb, biyanî hatin dîtin. Ev pîvanê zihniyeta sedsala bîstan e, ya ku ferq û cûdatî dixe nav gelan û mirovan.
Dewleta Sûriye xwest ku komkujiyek rihî û ramanî li ser gele Kurd bide çêkirin. Wan înkar kir, lê ne wek Tirkiye. Ev, siyaseteke pir zirav, wekî ava bin kaniyê meşand in. Xwest înkarkirin ji dil de bide dêspe kirin. Çawa di dîroka kevin da kolê ji dilê xwe koletî dikirin, Dewleta Sûriye jî Kurd ne înkar kirin, ne jî bi rengekî fermî qebûl kirin. Lê belê, berê yên ku bi çek ji Ereban re serê xwe rakirin hebûn. Ew rabuna wan rast e, an jî ne rasta e; em vê ya guftugoh nakin. Lê belê, rabunek bi tepkî bûn. Ew, bi komkujîyan bidawî bûn. Yanê xwest kûn dersa “keçê, ez ji te ra dibêjim; bukê tu fêm bike” hat dayin. Ev mesaj, ji bo Kurdan bu. Kî li dijî dewletê rabe û mafê xwe bixwaze, dawiya wan jî ev e. Ji ber vê, mirovan, nakokî di sînora mirinê de dan rawestandin û xwe înkar kirin. Gelek caran ev gotin “Hikumet ji bo me baş e.” Xwestin ji vê xwe qenaet bikin ku dewlet wan înkar nake. Lê belê bi rengekî fermî gelê Kurd ne xwedî nasnameyek bû. Di tu saziyên siyasi de Kurd nikarin bi rengekî azad, bi ramanê xwe siyasetê bikin. Û tu zagona dewletê de jî Kurd nayên temsîl kirin. Ev, bi nasnameya Ereban, di nav siyasetê da cîh digrin. Mafê wan ya axaftinê bi zimanê zikmakî nîn e. Çanda xwe nikarin jiyan bikin. Zihniyeta destura bingehîn mijalperest e. Ji ber ku naveroka vî de înkar heye. Înkara nasnameya gelan heye. Di vî sed salî de, piştî ku ronakbûn di gelê me de li pêşket, ew ji bo mafên xwe ya jiyanî bitekoşin. Ji ber vî yekî pêwîste dewlet zihniyeta xwe ya siyasî biguherîn e. Dewleta Tirk jî şer kir, inkar kir û komkujiyên çê kir. Lê li beramberî xwe gelekî bi rexistin û zanê dit. Ji bo vî jî pêwîste nake ser siyasete xwe ya antî-demokratîk îsrar bike. Ev ji bo berjewendiyên Sûriye jî ne baş e. Ne qedere ku ew ji wek rejima İrakê têk biçe.
Niha rabuna gelê me li Kurdistana Sûri rabûnek pir bi rûmet û dîroki ye. Ew bi xwe re demokratîk bûnekî bîne. Kilîde demokrasî li Sûrî çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Lê dewleta Sûri li dijî vî yeke siyasetekî şaş dimeşîn e. Zor dikin ser civanan ku bibin ajan. Ajan kirina gelekî te ve wateye ku, ji cewherê mirovahî were derxistin. Ne girtin û ne jî înkar rabûna gele Kurd nade rawestand in. Ji bo vî li pêşiya dewletê Sûrî tenê yek rê heye. Ev jî gûhertinekî bingehî ne. Divê mafê gelên kemnetew û gelê Kurd were qebûl kirin. Tene wê çaxe dewlet dikare xwe ji înkarê xilas bike. Heke dewleta Sûrî xwe neguherîne ew hilweş e. Gelê Kurd tu car rejimên wisa di heremê de qebul nake. Ji bo vî sedeme jî, pêwîste siyaseta demokratîk pêk were û nasnameya gelê Kurd bi rengekî fermî were qebul kirin. Di nav sînorên Sûriye de, ji bo jiyaneke wekhev û azad navbera gelên Arab û Kurd giringê çalekiyên demokratîk berdewam bike.
Pêwîste gele Arab jî helwesta xwe deyne. Rewşenbirên Mîsre û Sûriye ji giring e wezîfa xwe ya demorkatik pêk bîne û bi vî awahî keleka gelê Kurd bisekîn e. Em rabuna geleme ya li Kurdistana Rojava(Sûriye) pîroz dikin. Lê bele, pêwîste serhildanın demokratîk bê rewastandin dom bike û xwe firehtir bike. Heya çareseriyekê demokratîk pêk were.