NAVENDA NÛÇEYAN –
Nucan Serdoz Nivîsandî…
Mehmet Xeyri Durmuş di sala 1955’an de li gundê Qûmikê yê girêdayî Çewlîkê ji dayîk dibe, heya dibistana amadeyî li Çewlîkê dixwîne, fakultiye bijîşkiyê ya zanîngeha Enkara bi dest dixe. xeyalên wî gelek mezin bûn, dema ku diçe zaningehê li wir ji fikirîn şoreşgerî bandor dibe. Di sala 1975’an de grupa yekemîn ya tevgera azadiyê nas dike, ji ber vê yekê di sala 1977’an de ber dide û wek şoreşgerekî tev digere, Li Çewlîk, Amed, Riha û Mêrdînê de cihê xwe di nava xebatên rêxistinkirina gel de digire, tevlî damezrandina yekemîn ya PKK’ê dibe.
Di niv3isandina rêziknameya PKK’ê de bi roleke girîng radibe.
Rêheval Mehmed Xeyri Durmuş di sala 1979’an de bi gelek hevalên xwe re tê girtin, û di zîndana Amedê de bi îşkenceyên giran re rû bi rû dimîne, di zîndanan Amedê de îşkence û hovîtî di asta jor de bû. Heval Xeyri hem bi xwe bi van îşkenceyan dibîne hem jî şahidiyê jê re dike, lê hember wê li ruxmî van hemû şert û mercên giran li riya serkeftin û berxwedanê digere.
Di dîroka 14’ê Tîrmeha 1982’an de li dadgehê van gotinan dibêje ” Em têkoşîna mafdar û rewa dikin, ji bo tevahî jiyanek azad şer dikin, ez li ser navê doza azadiyê diaxivim, ez şervanê azadiya gelê xwe me, ji bo protestokirina vê polîtkayê we yên hov, ji vê kêliyê û şûn ve ez dest bi rojiya mirinê dikim. ”
Bi pêşengiya heval Xeyrî, heval Kemal Pîr, Akif Yilmaz, Alî Çîçek û hin hevalên din dest bi rojiya mirinê dikin, heval Xeyrî bi biryardariyek mezin vê sekna xwe berdewam dike, û bi berxwedanek bê hempa xwe didin ber eniya dijmin.
Ev berxwedan ku Rêhval Xeyrî daye meşandin ji bo gelê kurd bû navnîşanek ya serîhildanê. Di encama berxwedana bê hempa de rêheval Xeyrî di roja derbeyê faşîst ya 12’ê Îlonê de şehîd dikeve.
Beriya ku rêheval Xeyrî şehîd bikeve vê wesîyetê dike ” Beriya ku ez bêm girtin, piştî hatim girtin, min erkên xwe yên partiyê tam bi cih neanî, ji bo vê bila li ser gora min binivîsin dêndarê gelê xwe ye. ”
Piştî berxwedana heval Xeyrî di nava gelê kurd de cezaretek nû hate ava kirin. ji ber ku bi rihê ku pê berxwedane di dîroka gelê kurd de cara yekeme derbas dibe,dema ku mirov li dîroka gelê kurd meyîze dike dibîne ku her hatin kuştin û teslîm bûne, ji ber ku wê demê îdeolojiyek xort tune bû, lê piştî derketina Rêber Apo ya dîrokî gelek kesayetên qehreman û bi hêz yên weke Xeyrî derketin.
Hevalê Xeyrî ne tenê pêşenga tevgera Azadiyê bû, ya rast pêşnga dîroka mirovahiyê bû, ji ber sekn û helwesta wî ya li hember zilmkaran ne sekinek ji rêzê ye, seknek dîrokî ye, ancax em bi kesayetên weke Xeyrî karbin dîrokan binivîsin.
Ji ber vê yekê Xeyrî Durmuş bi destê xwe ji gelê kurd re find pêxist, îro gelê kurd serê xwe bi saya Xeyran radikin û li berxwe didin, her zîndan vegerand cihê bexwedan û xort kirina îradeyê.
Dema miov behsa Xeyrî dike di esas de behsa rihê Apoyî dike, ji ber ku Xeyrî bi vê rihê xwe da jiyan kirin û li ser vê esasê berxweda. Ger ev rihê Apoyî îro xwe li herderê kurdistanê belav nekiriba wê her kurdek ketiba nava pencên dijmin. lê belê ev wisa nebû ji ber kesayetên weke Xeyrî, Kemal, Egîd û Zîlan ve pêşî li teslîmiyetê girtin û li hember wê weke alternatîf felsefeya Rêber Apo dan jiyan kirin.