NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeria Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Ekmekçî, ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Girtî ya Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê dan.
Parêzer ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe di hefteyê de du caran serî li saziyên pêwendîdar didin.
Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nayê stendin.