AMED – Polîsan li pêşiya eywana ku wê Konferansa Herêmê Amedê ya HDP’ê were lidarxistin, benda kontrolê danîn. Endamên partiyê yên ji bo konferansê kom bûn bertek nîşan dan, eywan vala kirin û rêya Stadê ji trafîkê re girtin.
Bi sedan HDP’yî yên ku Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran û Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayyip Temel jî rastî êrişa polîsan hatin. Polîsan gaz li ser HDP’yiyan reşand û Çekdar Bûdak ê HDP’yî destgîr kirin. HDP’yî bi slogan li kêleka rê li ber xwe didin û dixwazin benda kontrolê ya li pêşiya konferansê were rakirin.