ŞEHÎD SEMA BOTAN- MUHSÎNE ETE:
Nav û Paşnav: Muhsîne EteNavê Kod: Sema Botan
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 1983 Sîrt
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Sîrt 2005
Cih û Dîroka Şahadetê: 5’ê Tebaxê 2009 li Colemergê (di pevçûnê de)
Qadên Lê Maye: Qendîl, HKÎE, Zap, Botan
Rêber APO ji bo koçera gotibû” koçer mirovê esîl in, cewherê rast ên mirovatiyê parastine û jiyan dikin” bawerî û hêvîya xwe ya ji koçera re anîbû ziman. Rastî jî bi qasî ku min jî jiyan û çanda wan şopand,cewherê jiyana wan şopê serdema neolitîkê, li gel wan pir tê jiyankirin. Jiyana wan a xwezayî û bi xwezayê re jiyankirina wan, vê eşkera nîşan dide. Bi taybet ev şop bi dayîk û jinê koçera re pir diyar tên dîtin. Ji pêçandina wan a cil û berga, ji axiftin û sekna xwe a serbilind, ji fedekarî û xizmeta civakê kirinê, ji wêrekî û bixwe bawerîya malbat bi rêvebirinê, em bigrin heya parastina malbata xwe, ev teva şopê xwedavendan e û di jîna koçera de lipêş e. Bixwe bawerîya jina koçer, hiştiye ku malbat wê erkdarî berpirsyariya malbatê bike. Bihara sala 2000’ê ez û hevalê şehid Îbrahîmê Zer, li navsera Qendîl çûn cem zomekî, çend deqîqa runiştin. Li ber devê kon sê zilam runiştibûn, dayîkekî jî çend qoşxana danîbû ser agir, şîr germ dikir û xwarin çêdikir. Dema ku em runiştin dayîk hat cem me û çi pirsê ku me ji zilama pirs dikirin zilam bêdeng diman û dayîkê bersiva me dida. Yanî hem çavê wê li qoşxanê ser agir bû, carna radibû diçu li wan dimeyîzand agirê wan geş dikir, hem jî bi me re ji zilama bêhtir di nav dan û sitandinê de bû. Xuya bû ku dayîk li ser wan zilaman, xwedî bandorek birêz e. Belê, wek vê mînakê gelek car min ev nêzikbûn di nava koçeran de dîtiye. Li gor civakê koçer zêdetir jin erkdartiya malbatê birêve dibin û tê guhdarkirin. Welatparêztî jî di nav koçera de li pêş e û herî zû yên ku deriyê xwe ji PKK’ê re vekirin û malovanî kirin, koçer in. Xizmet û fedekariya gelê koçer ji bo tekoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê, pir zêde ye û hêjayî rêzgirtinê ye. Bi mal û canê xwe, malovanî ji gerilayê Kurdistanê re kirin û bawerî bi PKK’ê anîn. Îro jî li bajar, gund û çiyayê Kurdistanê, cihê ku koçer lê hebin hêza pêş a tekoşînê ye û xwe paqij tevlêdikê. Herî zêde ew li çiya bi gerila re dilsoz û heval in. Ew jî wek gerilayê azadiya Kurdistanê, tim li çiya ne û bi xwezayê re jiyan dikin. Ji tekoşîna gerila û jiyana çiyayî re ne biyanî ne, ew bi dilxweşî li çiyayê azad dijîn û xwedî rûmetekî azad in.
Belê, Heval Sema jî keçeke koçer bû û ew bi eşqa azadiya welatê xwe, tevlî gerilayê azadiya Kurdistanê bibû. Ew jî wek jina serbilind û wêrek Hevala Silav ku koçer bû û bi fedekariyek mezin tiştê ku gelek kesê nedikarî bike wê dikirin, bi xwe bawer bû. Belê, Heval Silav jî jineka koçer bû û bi wêrekî û kiryarê xwe yên serkeftî, nirxê pir giranbiha bi berxwedana xwe derxistin holê. Heval Sema jî şopdarê Silav û bi hezara şehidê Kurdistanê bû û xwestibû ku erkê xwe bîne cih. Bi ciwaniya xwe ya temen biçuk qesta jiyana azad a nav refê gerilayê azadiyê kiribû, ji bo azadiya gel û welatê xwe. Heval Sema ewqas zindî û zîrek bû ku di tevayê xebatê xwe de tim serkeftî bû. Rûkenî û coşa Heval Sema, morale hevalê derdorê xwe bû. Bi wê hevaltiya xwe ya dilpak, paqij û ya şîrîn baweriya hevalê xwe ya herî xurt li dijî dijmina bû. Carna hevalên ewqas di sekna xwe ya dilsoz ku bi nirxê gel, Serokatî û şehida ve girêdayîn e, mirov hêza herî mezin ji wan digire ji bo serkeftina tekoşîna azadîyê. Ewqas tişta di sekin û tevlîbûna xwe, xebat û kiryarê xwe de nîşan didin ku li hember wan rêzgirtinek mezin çêdibe. Yek ji van jî lehenga rûbiken hevala Sema bû. Biqayî hevaltiya wê ya paqij mînak bû d inav hevalan de, ewqas jî wêrekiya wê ya li hember artêşa Tirk jî hêz û hêviya serkeftinê dida hevalan. Rastî jî di şerê xwe yên êrîşa ser dijmin de, wêrekî dida derdorê xwe. Heval Sema sala 2006’ê de derbazî qada navîn, eyaleta Amedê bû û tevlî xebatê gerila yê şerê azadîyê bû. Dema ku derbaz dibûn, bi koma xwe re hatin cem me Gabarê û min ew nû dît û çend roj li cem me man. Rastî jî hevala ku di nav komê de herî zêde bi coş û zindî xuya bû, Heval Sema bû. Ev di tevayê jiyana wê de xuya bû û tev hevala jî bi çavê xwe didîtin û dianîn ziman. Ewqas meşa dirêj, ji Başurê Kurdistanê heya Gabarê hatibû jî, lê dîsa wek ku ne meşîbû zindî û zîrekbûna wê diyar dibû. Belê her gavek ku bi pêş de diavêt, nêzî dijminê xwe dibû û daxwazîya wê ya tola hezar sala rakirinê ji xwînmêja, zêdetir dibû. Li pêşîya wê hêj rêka dirêj a du heftan mabûn, dîsa ew bi moral bû û bi hêviya ku zû tevlî şer bibe, xwe amade kiribû. Piştî çend roj li Gabarê cem me man, pişt re ji me cûda bû û berê xwe dabû eyaleta Amedê. Sala 2007’an dema ku em çûn eyaleta Amedê min cardin ew dît û êdî heya ku şehid ket jî em bi hev re tevlî xebatên şerê azadiyê bûn. Çiqas carna em durî hevbin jî, lê xebatê Heval Sema me ji nêz de dişopand û min moral ji tevlîbûna wê digirt. Payîza 2007’an bû em gihiştin herêma Koy Sipî(Akdax) ya ku Heval Sema jî ji vir bû û di rêveberiya herêmê de jî cih digirt. Mêhvandariyek pir bi rêz nîşanî koma me da û berpisyariya wê ya ewlehî û pêdiviyê hevalan pêkanînê, Heval Sema baş li ser disekinî. Li vê herêmê bihara 2008’an dema ku operasyona artêşa Tirk derdikeve herêma wan, heval kemîn li pêşiya wan diavêjin û ji nêz de bi bandor li wan didin. Hevala Sema hevala herî li pêş e û çawa ku li leşkerên Tirk dixe, diçe ser çend leşkeran û du çek ji ser wan radike û paşde dizivire. Belê, di eyaletê de destpêka salê Hevala Sema bi wê çalakiya xwe ya serkeftî û çek rakirin ji ser dijmin, pêvajoyek êrîşê dabû destpêkirin. Ji bo vê serkeftina wê, hevala ew xelat kiribû û baweriyek mezin dabû hevalan. Ewqas hevalekê paqij û şerker bû, tevayê hevalan dixwest ku Heval Sema here herêma wan û pê re tekoşîna azadiyê bimeşînin. Hevalên eyaletê teva ji tevlîbûna Heval Sema ya jiyan û şer hezkiribûn û bawerî pê anîbûn.
Piştî civîna rêveberîya eyaleta Amedê ku Heval Sema jî tevlî bû ya bihara 2008’an, Heval Sema hat bîryargeha qadê û êdî me bi hev re xebat û meşa dirêj meşandin. Bihara 2008’an me berê xwe dabû eyaleta Erziromê. Belê, bi hev re me berê xwe da bilindahiya çiyayê Çewlikê. Ava Muradê jî li pêşya me bû û pişt wê re deşta Çewlikê jî dihat pêşya me. Lê çiqas li pêş me rêka dirêj û nexweş hebû jî, hevalên wek Sema, Özgur Armanc zîrek û fedekar, nehiştin ku em biwestin û tim moral dan me. Me da nav ava Muradê, avê dida sînga hevalan lê dîsa hevalan lêda û em derbazî Bakurê Mûradê bûn. Her navberek ku me dida meşa xwe, Heval Sema bi axiftinê xwe yên xweş û biwate hêz dida hevalan û westandin diborand. Êvarê heya berê sibihê em di deşta Çewlikê re meşîn û gihiştin quntarê çiyayê Ferxanê. Meşa me ya bi Heval Sema re ji Kanîreşa Çewlikê heya Pulumur û Nazimiya Dêrsimê çûn, berdewamkir. Ev meş nêzî 20 rojan berdewamkir û her şevekê em di gelek çiyayê bilind û dolên kûr re derbaz dibûn. Heval Sema di vê meşa dirêj de, dema ku me navber didayê û me dixwest ku em çayek an jî xwarinek bixwin, Heval Sema dibezî çaydank û beriya hevalan destbi xwarin çêkirinê dikir. Ewqas ji bo hevalên xwe fedekar û xizmet bê hesab dikir. Rastî jî ti car mirov nikare wê xizmeta wê ya hevaltiyê ji bîr bike. Li eyaleta Erziromê Heval Sema tevlê gelek keşfên baregehên leşkerên tirk bû. Qereqola Sariyayle û ya Tezvazê jî keşif kir û dawî jî bi xwe jî di çalakîya Tezvazê de cih girt. Wek tê zanîn ev çalakî serkeftî bû û bi dehan leşkerên Tirk hatibûn kuştin. Heval Sema di amadekarî û pêkanîna vê çalakiyê de ristekî pir mezin leyîsti bû û hêz dabû hevalan. Wê bi tecrube û wêrekiya xwe coş dabû hevalan û derbeyek kuştinê li dijminê xwe yên xwînmêj dabû. Belê, wek gelek carên din bi lêdana xwe ya dijwar, tirs û xof xistibû dilê artêşa Tirk. Wek xwedavandek şerê azadiyê li dijî dijminê hovane ku welat û gelê wê dagirkiriye, disekinî û tola kal û pîrên xwe radikir.
Dewlemendiya Heval Sema tenê ne zanebûn û tecrubeye şer bûn, dilgeşiya wê ya xweşikbûna şînkayiya zozanê Erziromê ku di gul û kulîlkan de di xemilîn jî, dil û mejiyê wê vedikir ji bo azadî û serxwebûnê. Her gul û kulîlkek dema didît, rûyê wê wek wan gulan vedibû, reng û bêhna xwe dida derdorê. Rastî jî dil paqijî û rûkeniya Heval Sema, li ber çavê mirov wek gulekî geş di zinarê bilind de ku azad jiyan dike, dianî ber çavên mirov. Heval Sema pir hez gul û kulîlkan dikir û tim bi wan re dikeni. Belê, ew keçek koçera bû û tev jiyana xwe di nav gul û kulîlkên çiyan de derbazkiri bû. Ew keçek zozan û çiya bû, bi bêhn û rengê şînkahiya giya û kulîlkên reng birengî şah bûbû û fêrî wateya jiyanê bûbû. Mezinbûna wê bi bêhna kulîlk û gulên çiyan bû. Zarokek xwedavend û xuşka Silav û bi hezaran jinê serhildêr bû. Rêka xwe baş ser rastkiribû û xeta şopdariya wan, bi tevlîbûna PKK’ê berdewam kiribû.
Belê, em cardin bi Heval Sema re ji çiyayên eyaleta Erziromê zivirîbûn û berê me li eyaleta Amedê bû. Çiqas rêke me cûda jî bû, lê dîsa dirêj bû û bi fedekarî, coşa Heval Sema bê navber heya eyaleta Amedê em bi hev re meşîn. Biharê Heval Sema derbazî eyaleta Botanê bû û payîzê zivirîbû eyaleta Amedê. Di van rêkan de bi dehcar bîranînê Heval Sema ku wê tim hêz bidin mirov hatin jiyan û dîtin. Bi Heval Sema re li çiyayê Kurdistanê meş û pê re jiyankirin, her saetekê bîranînekî bi nirxbû. Di bihara sala 2009’an de dema ku operasyona artêşa Tirk li herêma Şehid Brusk, Pîranê çêbû, hevalan êrîşî ser girekî leşkerên Tirk kiribû û dijmin tar û mar kiribûn. Baskê ku Heval Sema fermandarê wê bû, di çend deqîqa de çeperê leşkerên Tirk dixin dest xwe û gelek leşker dikujin. Cardin Heval Sema du çekan li ser leşkerê Tirk radike û bê windayî paşde dizivirin. Ev çalakî ji bo bîranîna Heval Özgur û pê re di çalakiya Tezvazê, li eyaleta Erziromê şehid ketibû, kiribûn. Çalaki ser navê, tîma Şehîd Özgur, hate kirin. Belê vê carê jî xwedavenda şerê azadiyê, li ser serê dagirkerê Kurdistanê ferman rakiribû û ew şaş û maşo kiribûn. Bi vê çalakiya xwe ya serkeftî jî moralek mezin dabû heval û gelê xwe, ewqas jî tirs û xof xistibû dilê dijminê xwe. Wek brûskê li dilê neyar ketibû û tola şehidên Kurdistanê rakiribû. Wêrekî û xwînsarîya wê ya li hember dijminê xwe, dihişt ku çalakiyê wê tim serkeftî bin. Lê mixabin ev çalakî dawî bû, piştî vê çalakiyê demek ne dirêj, dema ku Heval Sema bi komek heval re ji herêma Apê Musa derbazî herêma Licê dibin, li nêzî korxê dikevin şerekî giran û bi Heval Sema re Heval Bêrîtan,Elî û Rustem jî her çar heval şehid dikevin. Artêşa Tirk derdorê noqta wan digire û di encama şerekî giran de ku gelek leşkerên Tirk jî tên kuştin, ew jî bi qehremanî tevlî karwanê şehidên Kurdistanê dibin. Ew her çar lehengê Kurd, hevalê pir hêja bûn û xwedî xebatekî serkeftî bûn. Heval Sema jî wek gelek ciwanê Kurdistanê ku xwe xistin cangoriyê welat û gelê xwe, wê jî erke xwe ya berxwedêr ku bi gelek cara derbê mirinê li dijminê xwe xistibû, xwe da nişandan. Wê ciwantiya xwe feda kir ji bo azadiya mirovatiyê. Şoreşgera Kurdistanê, bi kiryarê xwe yên pir giranbiha ku ji bo Kurd û tevayê mirovatiyê, pir pîroz û hêjabûn, derxistin holê. Pêwîst e her miroveke ku bêje ez mirov im, li hember vî nirxî birêz be û bibe şopdarê armanca vê xwedavendê. Ji ber ku Heval Sema tev jiyana xwe xist xizmete azadî û serxwebûna mirovatiyê û heya dilopa xwîna xwe ya dawî jî, li berxwe da. Em jî wek hevalê wê cardin soz didin wê û şehidên şoreşa Kurdistanê ku em ê girêdayî bîranînê wan bin û rêke wan bişopînin. Ti car ew rûkeniya Heval Sema ji ber çavê me naçe, ti car ew zindîbûn û zîrekbûna Heval SEMA ji ber çavê me naçe. Şewqa wê tim pêşya me ronahî bike, heya serkeftinê.