RANYA – Dewleta Tirk ya dagirker ji ber ku hertim dixwaze xwîna kurdan bimije û ser kurdan xwe bide jiyan kirin, êrîşên dagirkeriyê yên berfireh ser kurdan daye destpêkirin. Ji 14’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê êrîşên dagirkeriyê yên berfireh ser xakên Başûrê Kurdistanê (Herêmên Parastina Medya) dane destpêkirin. Di şexsê PKK’ê de dixwaze tevahî gelê Kurd û Kurdistanî tune bike û wan ji hola dîrokê rabikin. Lê hem ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û hem ji aliyê gelê Kurd û Kurdistanê ve rastî berxwedaniyeke mezin hatî û berxwedanî li pêşiya polîtîkayên dagirkeriyê weke astengiyeke cidî ne.
Li ser vê bingehê yek ji kesên ku li hember van polîtîkayan bi berteke, ji ajansa me re axivî û bertekên xwe anî ziman. Yek ji kesên ku li hember van êrîşan bi bertek jî Ekreme, ku cihê xwe di nava Pêşmergeyên Dêrîn de digire. Ekrem destnîşan kir ku ev êrîşên dagirkeriyê ku ser xaka Başûrê Kurdistanê û Gerîlayên PKK’ê ve tê kirin, ne tenê li dijî PKK’ê ye û got; “Armanca van êrîşan dagirkirina tevahî xaka Kurdistanê ye.”
Dewleta Tirk dixwaze Îraqê jî li hember PKK’ê bide şerkirin
Ekrem destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan tevahî xaka Kurdistanê dagir bike û got; “Derbarê êrîş û dagirkeriya yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û gerîlayên PKK’ê tê kirine, ne tenê li dijî PKK’ê ye. Armanca van êrîşan dagirkirina tevahî xaka Kurdistanê ye. Hebûna gerîla li çiya ji bo xwe weke metirsî dibîne. Di heman demê de li aliyekî din jî dixwaze hemû çavkaniyên xwazeya Başûrê Kurdistanê jî bi dest bixe. Ekrem her wiha dewam kir û got; Tirkiyê her kurdekî dilxwaz ji bo xwe wek metirsî dibîne, bi qasî ku Rojava ji bo xwe weke metirsî dibîne, Başûrê Kurdistanê jî weke metirsî dibîne. Ji ber vê jî dixwaze li her derê hêzekî dij PKK’ê amade bike. Bi vê yekê dixwaze Îraqê jî li hember PKK’ê bide şer kirin.”
Di nava rewşên wisa yên dagirkeriyê divê her ferdekî civakê xwedî helwest be
“Di rewşên wisa de divê hemû ferdên civaka me xwedî helwest bin, bi taybet jî meleyên me divê xwedî helwest bin, ji ber ku ewna di nava civakê de roleke girîng dilîzin. Çima meleyên Tirkiyê, di xutbeyê de bi dûayên xwe piştgirî didin dewleta Tirk, û ew dizanin ku tiştên dewlet dike faşîzm û zilme. Ji bo vê jî ez dixwazim ji meleyên me re bêjim riya rast nîşanî wan bidin û li hember van êrîşan bê deng nemînin. Her wiha dixwazim behsa pirsgirêkên navxwe yên Kurdistanê jî bikim, di rewşa niha de divê herkes pirsgirêk û berjewandiyên xwe bide aliyekî, ji ber ku êrîşên wêrankar ser me de tên, bila weke ku Sedam Hûseyîn li me kirî, em dîsa jiyan nekin. Niha jî hêzên dagirker û dijminê Kurdan ve hemû derfetan bikartîne da ku kurdan tune bikin, û axa me dagirbikin.”