HESEKÊ – Karwanê cenazeyê şehîd ji pêş Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê ber bi Goristana şehîdan a Şedadê ve kete rê.
Li goristanê li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê yek ji fermandarên meclîsê Seîd El-Elî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Berxwedana şêniyên herêmê têra têkbirina dagirker, çete û rizgarkirina xakê dike. Li herêmên me bi her cûre şer heye; ji şerê aborî, şerê taybet bigire heta şerê leşkerî.”
El-Elî anî ziman ku divê welatî li dora QSD’ê kom bidin, hevgirtî bin ku terorê têk bibin.
Li aliyekî din jî endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulmecîd Etiye wiha got: “Em çiqas li ser lehengiya şehîdan biaxivin, em nikarin mafên wan bidinê. Lê em dikarin ji fedekariyên wan re wefedar bin û destekfiyên wan biparêzin.”
Etiye hişyarî da ku divê gel nekevin xefka lîstok û fitneyên hêzên derve û hundir ên ji bo têkbirina projeya îstîqrarî û aştiya welatiyan.
Li dawiyê, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ayat El-Îbrahîm nasnameya şehîd Ehmed Hesen El-Rehîm xwend û radestî malbatê kir.
Cenazeyê şehîd bi diruşm û tilîliyên dayikan veşartin.