NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelab Abdullah Ocalan derbarê Avabûna Partiyê Bersivdayîna Şihadetan e….
Di 31. salvegera hîmdanîna pêngava PKK’ê de hewce bi nirxandineke berfireh, ji nûve avakirinê heye û ev yek wezîfeyeke bingehîn e.
Di Avrêla sala 1973’yan de li peravên Bendava Çûbûk a Enqerê geh li şipiya û geh jî rûniştî guftûgo dikirin û bawer dikirin ku ger weke komeke cûda ya Kurdistanê tevbigerin rast e, sedema vê yekê jî yekem car weke sirekê danîn ser ziman û digotin ‘Kurdistan welateke mêtingeh ê klasîk e.’ Ev koma piçûk a ku ji şeş kesan pêk dihat, bi eşkerekirina vê sirrê dest bi karê xwe kir. Şêwazê berê yek bi yek eşkerekirina rastiyan wergeriya şêwazê pêkanîna civakê û mirov dikare vê yekê weke destpêkekê binirxîne. Taybetmendiyeke vê şêwazê hebû, wê komê ber bi rêxistinbûyînê ve dibir. Kom, di salên 1974, 75 û 76’an de li bin banê ADYOD (Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqerê ) hat pêşxistin. Min di Adara sala 1977’an de ji Enqerê berê xwe da Kurdistanê û li Agirî, Bazîd, Qers-Dîgor, Dêrsim, Çewlîk, Elezîz, Amed, Riha û Dîlokê geriyam û min rêzeke civîn lidarxist. Bi vê gerê û civînan me koma xwe bar kir welat. Ez paşê vegeriyam Enqerê û şehadeta Hakî Karer li Dîlokê çêbû (piştî civînê bi sê rojan) em qed li bendê nebûn û em şokê kirin. Me bi avakirina partiyê bersiva vê şehadetê da. Di dawiya heman salê de min li Dîlokê pêşnûmeya bernameyê amade kir. Ber bi havîna sala 1978’an, ez çûm navenda Kurdistanê Amedê. Di 27 Mijdarê de li gundê Fîsê koma me ya amator a ku ji 22 kesan pêk dihat soza partîbûyînê da. Piştî ku hat fêmkirin, wê bi navê partîbûyînê tenê li bajaran xebat neyê meşandin, em him li ser alternatîfbûyîna çiyê û Rojhilata Navîn rawestiyan û di dawiyê de mîna duyemîn Hîcreta Hz. Îbrahîm, me di 1’ê Tîrmeha sala 1979’an de ji Rihayê berê xwe da Sûriyê û ji wir jî ji bo lêgerîna azadiyê me berê xwe da welatê kevin ê Kenan.
Divê em ji nêz ve binêrin, pêvajoya nêzî deh salan a heta 15’ê Tebaxa sala 1984’an, ka ji çi rewşa birdozî û polîtîk re derbas bûye.
Salên 1970’an di dîroka pergala kapîtalîzmê de destpêka pêvajoya şikestineke girîng bû. Pergal, ji şerê cîhanê yê duyemîn bi ser xwe ve hatiye û derketiye, pêşengiya DYE zelal bûye, Ewrûpa ji nû ve rabûye ser piyan, Japonya weke dêwê Rojhilata Dûr hişyar bûye. Pergala Sosyalîzma Reel ber bi lûtkeyê ve hildikişe, tevgerên rizgariya netewî di çaxa xwe ya herî bi hêz de ne. Tam di vê noqteyê de tevgera ciwanên 1968’ê şoreşeke nû ya zêhniyetê dan destpêkirin.
Îro jî wexta mirov vedigere û li paş xwe vedinere, dibîne ku di bin vê rastiyê de hêmanên bingehîn tevgerên sed û pêncî salên sosyalîzma reel, rizgariya netewî û demokrasiya sosyal ên navend-dewlet in ku lewra sozên dan girseyên gel nekarîn bi cih bînin. Careke din dualîteya, gelo Xirîstiyantiyê Roma fetih kir an jî berovajiyê wê rast e, derket holê. Dibe ku para rastiyê di her du aliyan de jî heye. Xirîstiyantiyê wexta bi kulta împaratoriyê re sentez kir feodalîzma Serdema Navîn derket holê. Wekhevîxwaz û aştiyane nebe jî mirov dikare bibêje pergaleke nû ya civakî derket, lê dîsa rastiyek eşkere bû, wekhevî û azadîxwaziya di cewherê xwe de bi giranî ji dest dabû.
Ekolên sosyalîst, sosyal demokrat û rizgariya netewî di demekê de ku em dikarin jê re bibêjin qonaxa hov a sîstema kapîtalîst derketin holê, bi ser sîstemê ve bûn. Ji wê derketibûn. Bêguman, rast nîne mirov bibêje bi temamî wek ekolên yedek ên sîstemê dihatin amadekirin. Lê, em îro bi hêsayî dikarin bibêjin; derdekî wan nebû ji bo şêwazê jiyanê û rasyonalîteya sîstemê bi tevahî li dawiyê bihêlin, eger hebe jî ji gotinê derbas nekir. birdoziyên azadîxwaz û wekhevîxwaz kokên wan naçin civaka hiyarerşîk û çînî. Ew ji nav hêviyên demokratîk û komîn hiltên, lê em dikarin gelek mînakan ji dîrokê nîşan bidin ku bi zorê yan jî di berdêla tawîzan de ji aliyê hiyararşî û çînî ve hatine dejenerekirin û cewherê xwe wenda kirine. Em dema jihevketina welatên sosyalîzma reel, piştî rizgariya netewî tengasiyên dewlet ketinê û muhafezekariya hukûmetên sosyal de-mokratan, nîşan didin ku cûdahiya wan ji yên din nemaye, lewra di vê qonaxê de em bi hêsanî dikarin bibêjin wan ji mezhebbûyîna pergalê wêdetir gav ne avêtine. Pergal, nikare ji van mezheban sûd werbigire û tengavbûna salên 1970’an jî ji nêz ve bi vê rastiyê ve têkildar e. Tevgera ciwanên 1968’ê jî di cewherê xwe de vê rastiyê vegotin dike. Her sê ekol jî tevî ku bûne desthilatdar, nekarîne sozên dane, bi cîh bînin. Burokrasî û çîneke nû ya kapîtalîzmê derxistin holê. Ji gelek aliyan ve ji kapîtalîzma klasîk paşdetir man. Krîzên rê li ber vekirin, tinebûna wekhevî û azadiyê kir ku sîstema rexne dikirin ji nû ve lê were gerîn.
Ev rastî ji bo rewabûna dewleta kapîtalîst jî xetereke cidî bû. Muxalefetên gel wê êdî li pey ekolan ve biçûna. Şoreşgeriya 1968’ê her çend kêmasiyên wê hebûn jî rê li ber vê yekê vekiribû. Em ji çepgiriya nû bigirin heta feminîzm, tevgera ekolojîk û ekolên çandî yên herêmî li eniyeke fireh şêwazê muxalefeteke nû li dijî dewletê pêş ket. Yek ji hêmanên sereke yê pergal bir kaosê ev bû. Ji aliyê din ve, pirsgirêkên hawîrdorê yên zêde dibûn, di encama polîtîkaya tawîzan de heqdestên zêde dibûn û ji ber girseyên mezin ên xizanan daxwaz ji bo hilberandinê nedibû û vê yekê jî rê li ber lêçûn û hilberandineke zêde vedikir. Nakokiyên hundur ên pergalê di çarçoveya DYE-YE-Japonya de zêde bûbû. Piştî salên 1980’an, neo-lîberalîzm weke çareyekê ji bo vê tengavbûna kaotîk hatibû fikirîn. Di salên 1990’an de jihevketina Sowyetê ji bo pergalê nebû serketin, berovajî, bû hêmaneke ku krîzê xurt dike. ‘Pêngava Global’ a nû ya neo-lîberalîzmê di van şertan de ket rojevê. Di bin bombardûmana giran a medya monopol de hewl dan paradigmayên sexte biafirînin. Ji bo hedefeke nû ji pergalê re werê destnîşankirin, avakirina teoriyên nû hat bilezkirin. Şûna komînîzmê, teoriya ‘şerê şaristaniyan’ rewacê bû. Nexasim li ser erdnigariyê bi navê Îslamê rejîmên hatibûn avakirin bi berjewendiyên pergalê re li hev nedikirin û ev yek zêde derdiket pêş.
Di serê salên 1970’an de ku li cîhanê bûyerên bi vî rengî diqewimîn, li Tirkiyê jî çepgirî û di çarçoveya pirsgirêka netewî ya Kurd de Tevgera Kurdî, pir zêde nekarîbûn çepgiriya klasîk û meyla netewparêziyê li dawiyê bihêlin. Di dawî de, li pey dunyayê ve diçûn. Çepgiriya Tirkiyê bi cokên Sowyet, Çîn, Albanya û komînîzma Ewrûpayê tîna xwe dişikand. Çepgiriya Kurd a ku tevgereke piçûk a rewşenbîran bû, di navbera netewparêziya Kurd a paşverû û çepgiriya Tirk de ji aliyê nav li xwe danînê de dudil û tevlîhev bû. Di vê demê de ez bi xwe şexsî bi her du meylan re jî eleqeder bûm. Min hewl da ez bibim sempatîzan. Tevî ku sempatîzaniya min a ji bo THKP-C li gor a Dev-Genc’iyê zêde bû, bala min zêdetir diçû ser pirsgirêka Kurd. Vegotina pêşengên THKO Denîz Gezmîşan a li ber sêpêya darvekirinê ji bo biratiya azad a Kurd-Tirk peyamek bû, diviyabû timî pê ve dilsozî û girêdanbûn hebûya. Tevî vê yekê, ez di sala 1970’an de li Stenbolê bûbûm endamê DDKO’yê. Dema sura bagera 12’ê Adarê rabû, di nav rewşeke tevlîhev a rêxistinê de her gav dibû sedem ku ez derkevim derveyî qanûnê. Ji xwe di Adara sala 1972’an de piştî şehadeta Mahîr Çayanan, ez di çalakiyeke boykotkirina SBF de ketim zindanê û piştî heft mehan ji ber tinebûna şahid hatim berdan. Dema ez ji zindanê derketim, gihîştim wê baweriyê ku rêxistiniyên heyî hêviyê nadin û ya rast ew e ku pêwîste rêxistineke nû werê ava kirin.
Di bihara sala 1973’yan de me li Enqerê biryardariyek ji bo rêxistinbûyîneke serbixwe nîşan da û ev yek ji derfet û îmkanan wêdetir di aliyê maneviyê de girîng bû. Me ne meyla netewparêziya Kurd a paşverû ne jî meyla sosyal-şoven (di cewherê xwe de meyla netewparêziya çepgir a Tirk) qebûl dikir, me bi şîroveyeke xweser a dîrok û rojane weke ‘Şoreşgerên Kurdistanê’ gav avêtin rast didît. Ev guhertin di warê xetê de bû û roj bi roj girîngiya wê derdiket holê. Me hewl dida, ji bo em di warê birdozî de, ne di bin meylên netewê serdest ê tehekumkar de ne jî di bin meylên netewparêzên Kurd ên paşverû yên hevkar ku bi ser netew-îqtîdarên tehekumkar ve ne, bêne helandin, vê yekê însiyatîf û nasnameyeke azad dida me. Ez bawer dikim ku ev tercîh rast bû. Di hinavên Kurdan de ew taybetî hebûn ku çendîn xebatên xwe bimeşîne, karibe gelên din jî bigihîne serwextî û têgihîştina azadiyê. Ji bo em nekevin bin bandora netewparêziya serdest û bindestan, weke hedef nasnameya gelê azad li cih bû û ev yek di heman demê de li gorî dem û cih garantiyek bû, ji bo em nekevin rêşaşiya sosyalîzmê, rizgariya netewî û sosyal demokratan ku ew li gelemperiya dunyayê ketin rewşa mezhebên kapîtalîzmê. Tevî ku ev yek ji bo pêşdebirina zêhniyetê jî li cih bû, her wiha taybetmendiyên wê hebûn ji bo ku rê li ber siyaseteke demokratîk veke. Pir zêde destnîşankirina rizgariya netewî dikarîbû bûbûya sedema ji rê derketinekê. Di vê de şîroveya dogmatîk a ‘netew dikarin çarenûsa xwe diyar bikin’ bi tesîr bû. Ji bo her netewekî dewletek, weke şîroveyeke rast a bi tenê ya vê prensîbê dihat fêmkirin. Vê rewşê çavkaniya xwe ji têgihîştina îqtîdarê ya sosyalîzma reel jî werdigirt, afirîneriya xetê asteng dikir, lê damezrandina PKKê ya di sala 1978’ê de pêşî li ji rê derketinê girt. Şûna ku em bibûna tevgereke xweser a rizgariya netewî ya Efrîka, xeta me ya ku xwe spart azadiya gel rewş xurtir kir. Pêşketin li gorî veguherînên çepgir ên li dunyayê -pir bi serwextî nebûya jî- li cih bû. Xetek wisa bû, di hinav û hemêza xwe de şensê wê yê paşeroj û siberojê hebû.
Xeta birdozî, tevî ku kûr û zelal jî nebû, ji ber ku ji pêşketinê re vekirîbû, ji rê derketinên mezin û mayîndebûnê asteng dikir. Me her dem danî ser ziman ku sosyalîzma me ‘sosyalîzma ilmî ye’ em dikarin vê yekê bi eleqeya ilma civakî rave bikin. Li hemberî îhtîmala nexweşiya hişkbûna birdozî a rê nade dîtina rastiyê, ji bo tedbîrgirtinê hewl hat dayîn, lê tevî ku ilma civakî di nav pirsgirêkên giran de bû, eleqeya nû ya ji bo çand, ekolojî û pirsgirêka jinê, dîsa jî girîngiya xetê îspat dike. Xetê dikarîbû xwe ji tevlîheviya sosyolojiyê xilas kiriba û bi vê awayê dikarîbû îdealên azadî û wekheviyê geş û pêşeng bikira. Herî kêm, texrîbatên krîza sosyalîzm û ilma civakî bi xetê hatin sînordarkirin. Xetên din ên çepgir ên Tirkiyê ji ber ku nekarîn vê qabîliyetê nîşan bidin û di navbera kesayeteke pûç û lîberalîzmeke ferdî de çûn û hatin, nekarîn xwe ji marjînalbûyînê xilas bikin. Ji ber ku xwe xistin rewşa hucreyên piçûk ên mezhebbûyînê, ji serî ve şensê xwe yê polîtîkbûyînê wenda kirin.
Şensê polîtîkbûyîna xeta PKKê ji nêz ve bi taybetmendiyên wê yên birdozî ve têkildar e. Lewra gelê ku dê bibe zemînê wê pir zû dikare xwe bigihînê û ev vê rastiyê ispat dike. Ger ew jî biketa nexweşiyek çînî yan jî netewetiyeke teng, ew ê jî weke mînakên din nekarîbûya ji marjînalbûyînê xilas bûbûya. Baş tê zanîn polîtîkbûyîneke kûr heye.
Di xeta polîtîk a PKKê de mijara herî girîng a divê were ronîkirin mijara dewletê ye. Gelo, di xeta polîtîk a PKKê de avakirina dewleteke cuda hebû yan na. Tevî ku dirûşmeya ‘Kurdistana Serbixwe’ pir dihat bi karanîn jî pir zehmet e ku mirov bibêje ev dihat maneya avakirina dewleteke serbixwe. Ez weke şexsekî ku herî zêde nêzî mijarê ye, nikarim bibêjim; ‘bi giştî dewlet û bi taybetî jî têgîna dewletê ya Kurdistanê me bi kûrahî guftûgo kiriye û em fikirîne.’ Her çend meyleke ûtopîk bû jî ji aliyê realîstî ve aktualîzekirinê zêde bal nedikişand. Ez di wê bîr û baweriyê de me, ev yek ji xwestin û nexwestinê wêdetir di aliyê wê yê çareseriyê de zelalbûna wê nînbû. Pir zelal nebû, bi dewletbûnê re çareserî dibû yan na? Baş dihat zanîn ku ev mijar di teoriyê de bi nîqaş e. Pirsa; gelo sosyalîzma demokratîk an jî dîktatoriya proleteryayê, timî di hişan de dibû sedema tevlîheviyê? Di hişê me de bû. Dewlet, pirsgirêkên gelan û kedkaran çareser nakê. Ev dîtin jî bi bandor bû. Van hemû xalan bal dikişand ser hewcebûn û ponijandina(dalmak) li ser dewleteke cûda, lê di heman demê de vê yekê bi xwe re dida hîskirin, wê pirsgirêkên ku kes nikaribe ji bin ve derbikeve rû bidin. Her wiha tevî zehmetiyên avakirina dewleteke Kurdî li Tirkiye û Rojhilata Navîn, pirsgirêkên nû yên bi xwe re bianîna jî dihatin zanîn û vê yekê mijar hîn zirav dikir. Weke encam, şûna dewletê têgîna niştimana dayik Kurdistan hat tercîhkirin ku çendîn statuya wê tam zelal nebû. Ji slogana bingehîn ‘Kurdistana Sosyalîst, Demokratîk û Serbixwe’ tê fêmkirin ku tercîheke vekirî ji bo dewletê nîne. Mirov dikarîbû texmîn bikara ku wê slogana rastîn û şoreşgerane bi awayekî berçav Kurdistana Azad bûya. Ger mirov Şoreşgerên Kurdistanê, Alîgirên Kurdistana Azad werger bike hîn şîroveyeke rast e. Girîngiya vê pirsgirêkê wê paşê derketiba holê. Bi taybetî dewleta ‘Kurdistana Federe’ ya di serê salên 1990’an de hat îlankirin û di berxwedana PKKê de îlankirina ‘herêmên azad’ di mijara îqtîdara dewletê de dida fikirandin.
Ji ber ku pirsgirêka dewletê di birdoziya sosyalîst de jî tam nehatibû çareserkirin, lê di giranbûna mijarê de -her netew mafê xwe yê çarenûsê heye- fikra ji bo her netewî, dewletek rola bingehîn dilîst. Dema dewlet jî dihat gotin zor û şer diket rojevê. Şer, weke pêdiviyek parastina rewa nebû, ji bo armancên polîtîk bi giştî şer mûbah dihat dîtin, ev jî bi serê xwe mijareke girîng a pirsgirêkê ye. Weke fikreke stratejîk dihat qebûlkirin ku ger şer nebê, him jî şerekî demdirêj, netew nikarin rizgar bibin, netew jî rizgar nebin çîn nikarin rizgar bibin. Pirsgirêkên îqtîdar û şer ku di tevahiya dîroka têkoşîna azadiyê de pêşî ji rê derketinên mezin re vekirin, her ku biçûya wê di rojeva PKKê de cih bigirtana.
Di vê pêvajoyê de dewlet ser me de hat, lê ji xwe di vê demê de bi giştî bi ser Kurdîtî û çepgiriyê ve diçû. Weke parçeyeke vê êrîşê ser me de jî dihat. Jixwe rewşeke ku statûya cûda bixwaze nebû. Fikir nedihat kirin ku ev tevger bibe navendeke berxwedanê ya xweser û demdirêj. Du helwestên ku bihatana nîşandan hebûn: Yan derketina serê çiyê yan jî derketina derveyî welat, xwe vekişandina Rojhilata Navîn. Ya esas, di ser her du helwestan de jî hatin. Di dawiya sala 1979’an de tevger xwedî derfet û îmkan bû. Xwe vekişandin û herikandina di van cokan de pir hêdî bû. Ji bilî hin girtinên bêşens ên mîna Mazlûm Dogan û Mehmed Xêyrî Dûrmûş wendahiyeke cidî nebû. Tevger çêbûbû, partî hatibû îlankirin û bûbû xwedî statû ji bo ku karibe hebûna xwe demeke dirêj bide meşandin. Lewra darbeya 12’ê Îlonê bi pêşbîniyeke mezin hat pêşwazîkirin û darbeya leşkerî ya sala 1980’ê hêj nebûye, hemû pêdiviyên hewce bi cih hatin anîn. Mayîna li derveyî welat ji bo demeke dirêj nedihat fikirîn. Hin kadro wê bihatana perwerdekirin û bi şerekî demdirêj ê gerîla wê xeta rizgariyê şer bihata meşandin; ev weke ‘qanûna şoreşê’ dihat şîrovekirin. Bawerî hebû, wê her tişt li gorî planan bimeşe.
Piştî salên 1980’yan weke ku hatibû plankirin çend komên hatin perwerdekirin ji bo welat hatin şandin. Hinek xebatên siyasî yên bereyî -Eniya Berxwedana Yekbûyî Li Dijî Faşîzmê- hatin kirin. Ji ber ku, kar û xebat weke dihat xwestin nedimeşiya, hewceyî bi hin karên teorîk derdiket holê. Bi vê armancê ji sala 1981’ê û pêve analîzên ‘Li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetiyê, Taybetmendiyên Milîtanên Şoreşger û Jiyana Partiyê’ tavilê li pey wan ‘Li Kurdistanê Rola Zorê’ û ‘Li Ser Rêxistinbûyînê’ li kasetan hatin qeytkirin û weke pirtûk hatin çapkirin. Bi Konferansa Yekemîn a PKK’ê (1981) û Kongreya Duyemîn (1982) xebatên bingehîn û mayînde ji bo qada welat hatin kirin. Şerê Îsraîl-Filîstînê di sala 1982’an de ev pêvajo bi leztir kir.
Ya bingehîn, bi Şoreşa Îranê re li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji bo rêvebirina xebat û baregehan şert û mercên baş derketibûn holê. Ne ku nehat fikirîn. Li wê deverê heval Mehmed Karasungur hebû ku ji şerê li Siweregê xwedî tecrûbe bû. Dikarîbû ya hewce jî bikira, lê di Gulana sala 1983’yan de bû qurbanê durustî û şehîd ketina wî bêşensiyeke cidî bû. Ji bo cihê wî yê vala bûbû tijî bikin, di sala 1982’an de Dûran Kalkan û Alî Haydar Kaytan hatin şandin. Ji wan hatibû xwestin ku xetê li Başûr rêve bibin û bidin rûniştandin. Beriya vê jî di sala 1980’ê de bi pêşengiya Kemal Pîr û Mahsûm Korkmaz zevtkirina xeteke berxwedanê ya ji Botanê heta Dêrsimê hatibû xwestin û ji bo vê yekê jî bi giştî xwedî perspektîf bûn. Girtina bêşens a Kemal Pîr – Tîrmeh 1980 – wendahiyeke cidî bû. Li Zindana Amedê Ferhad Kurtayan xwe şewitandin û Kemal Pîr, Mazlum Dogan û M. Xêyrî Dûrmûş ketin rojiya mirinê û wexta me şehadetên wan bihîstin, rewşa me ya berpirsiyariyê û fikarên me wergeriyan hêrsê.