AMÛDÊ – Şervanê YPG’ê Agir Amûdê 16’ê Gulanê li ser rêya Til Temirê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû. Îro bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundên wê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Agir Amûdê li Goristana Şehîd Îsmaîl a li navçeyê spartin axê.
Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê bavê şehîd Alan, Mihemed Seîd Ehmed axivî û di kesayeta şehîd Agir Amûdê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî da malbata şehîd.
Mihemed Seîd Ehmed di axaftina xwe de diyar kir ku şehîd Agir Amûdê bi wêrekiyeke mezin di berxwedana Hesekê de cih girt û heta kêliya dawîn a jiyana xwe hemû erkên ku diketin ser milî wî bi hezkirinek mezin bi cih anîn.
Mihemed wiha axaftina xwe domand: “Em weke malbatên şehîdan her tim xwe deyîndarê şehîdan dibînin, em soz didin ku her tim rêya şehîdan bişopînin û daxwaza wan bi cih bînin û her kêlî di nava berxwedanê de bin.”
Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Amûdê jî Berxwedan Amûdê axivî û got: “Di kesayeta şehîd Hakî Karer û şehîd Agir Amûdê de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li hember wan ditewînin. Di nava şoreşa me de her tim du rê bi hev re hatine jiyankirin, yek rêya berxwedanê û tekoşînê ye, ya din jî rêya teslîmiyet û îxanetê ye. Rêhevalê me Agir Amûdê jî riya berxwedan û tekoşînê hilbijart. Li ser fikr, felsefa û paradîgmaya Rêber APO li axa Rojava bi cesaretek mezin heta kêliya jiyana xwe ya dawî li ber xwe û tevlî karwanê şehîdan bû.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd Agir Amûdê hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.