DIRBÊSIYÊ – Çalakiya konvedanêya li Dirbêsiyê ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û beşdarbûna PDK’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi komeke nû dewam dike.
Çalakiya bi diruşma “Rêya we rêya me ya, armanca we armanca me ye” di roja sêyemîn de ye.
Şêniyên bajarokê Sêgir ê Dirbsiyê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya îro dewr girt.
Di bin konê çalakiyê de Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Sêgir Mihewis El-Mihemed axivî, piştevaniya xwe bi gerîla re anî ziman û got: “Em bi îradeya gerîlayên PKK’ê bawer in û dizanin ku teqez wê serkeftin para wan be.”
El-Mihemed got, ev kon konê berxwedan û têkoşînê gel e yên ji bo doza xwe têkoşînê dike û wiha domand: “Em li vî konê piştevaniya xwe bi gerîla re nîşan didin. Gerîla hêza yekane ye ya ku xaka Kurdistanê diparêze.”
El-Mihemed destnîşan kir ku gelê Kurd xiyaneta PDK’ê dizane û dizane ku ji bo berjewendiyên xwe tenê kar dike. Her wiha bang li gelê Kurd kir ku li hemberî xiyanetê bisekine û piştgiriyê bide gerîla.
Çalakî wê heta 20 Gulanê dewam bike.