NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çepemeniya Hêzên Rizgariya Efrînê dîmena çalakiyê parve kir û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi giştî di encama çalakiyê ku hêza wan li darxistî de 4 leşkerên Tirk û 8 çete hatin kuştin, 10 leşker û 5 çete jî brîndar bûn.
Daxuyanî bi giştî wiha ye;
Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ku her roj bi awayek dijwartir berdewam dikin, çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de li navbera rojên 12-17 Gulan çalakiyên bibandor hatin lidar xistin.
Di roja 12ê Gulanê de, li pêşiya gundê Til Madiq, di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.
Di roja 13ê Gulanê de, li gundê Meşalê ya girêdayî Şera, 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.
Li heman rojê, li herêma Babê, 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker hatin hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 1 leşkerê Tirk û 2 çete hatin kuştin, 6 leşker û 3 çete jî brîndar bûn.
Di roja 14ê Gulanê de, li xeta bajaroka Marê, di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.
Di roja 16ê Gulanê de, li Babê baregehek artêşa Tirk a dagirker hat hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî brîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha 3 çeper û 3 konteynir hatin ruxandin, 2 seyareyên zirxî bi cureya kîrpî hatin derbkirin.
Di roja 17ê Gulanê de, li xeta Marê di encama çalakiyek taybet de 2 çete hatin kuştin, 1 çete jî brîndar bû.
Di encama çalakiyên di navbera rojên 12-17ê Gulanê de bi giştî; 4 leşkerên Tirk û 8 çete hatin kuştin, 10 leşker û 5 çete jî brîndar bûn.