KOBANÊ – Girseya gel ku ji endamên saziyên sivîl û ciwanan pêk dihat, li Qada Jin a Azad a Kobanê li hev civiyan.
Destpêkê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û bi navê ciwanên PYD’î Wedhê Hemzê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi her cure çekan êrîşî Kurdan dike û hate gotin, “Em di pêvajoya hebûn û nebûnê de ne. Ji bo wê, dewleta Tirk a dagirker tevî mala Barzanî êrîşî çiyayên azad û gelê Kurd dike.”
Di daxuyaniyê de çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk ve têne bikaranîn hatin bibîrxistin û hate destnîşankirin ku gerîlayên azadiya Kurdistanê bi ruhê seferberiyê têdikoşin.
Her wiha êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin bibîrxistin û hate gotin, “Em bi berxwedana gerîla re ne.”
Piştî daxuyaniyê girseya gel bi dirûşmên “Bijî Serok Apo, Bijî berxwedana gerîla” û “Bimire xiyaneta mala Barzanî” ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiya û dawî li çalakiya xwe anî.