BEHDÎNAN – Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber salvegera 5’emîn a wefata serokê berê yê Tevgera Goran Newşirwan Mistefa peyamek weşand.
Peyama KCK’ê wiha ye:
“Di salvegera 5’emîn a wefata pêşeng û lîderê gelê me Newşirwan Mistefa de, em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîn û têkoşîna wî ıya mezin ditewînin, sersaxiyê ji malbata wî ya hêja re dixwazin.
Newşirwan Mistefa di dîroka têkoşîna xwe ya nîv sedsalî de ji bo azadî, demokrasî, mafên civakî û edaleta civakî xebitî. Li ser destketiyên neteweyî, demokrasî û qanûnên Başûrê Kurdistanê şopa wî heye. Her wiha parêzvanekî mezin ê mafên gelê Kurd ê li her parçeyekî Kurdistanê bû.
Newşirwan Mistefa li dijî teslîmiyetê navê şoreşeke nû bû, li dijî zext û zilmê nîşaneya berxwedan û serhildanê bû, li dijî neheqî û newekheviyê sembola demokrasî û têkoşîna civakî û edaletê bû.
Ji ber ku temamiya Kurdistanê bi taybetî jî Herêma Kurdistanê li ber dagirkirinê ye, ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye ku ji ruhê şoreşgerî û îradeya berxwedanê ya Kek Newşirwan hêz bê wergirtin. Divê em hebûnê, azadî û destketiyan biparêzin. Bi rêzdarî…”