ŞEHBA – Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bîranîna şehîd Hakî Karer, rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê meşek li darxist.
Meşa ku bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê tevlê bibûn, ji ketina gundê Til Qerah ê Şehbayê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdan, posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pankarên şermezarkirina tecrîdê hatin vekirin.
Meş li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan rawestiya. Piştî rêzgirtinê endama Kongra Star a Efrînê Hêvî Silêman axivî, tecîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Armanca tecrîdê têkiliyên di navbera Rêber APO û gel de were qutkirin. Yên ku tecrîdê ferz dikin divê bizanibin ku Rêbertî di fikirê me de dijî, em li ser xet û felsfeya wî dijîn, Rêbertî rêya azadiyê ji me re ronî kir. Ji ber wê tu kes nikare roja me tarî bike.”
Li aliyekî din jî endama Yekitiya Jina Azad a Herêma Şehbayê Fatima Cemo jî wiha got: “Dewleta Tirk a dagirke planên xwe yên dijminane û projeyên xwe yên mêtîngeriyê didomîne, tevahî qanûnên mirovî û hiqûqî bin pê dike. Tirkiyê binkeftina xwe li Herêmên Parastina Medyayê li hemberî berxwedana gerîlayan qebûl nake.”
Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên weke Bijî Serok Apo û bi banga li azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bû.