KOBANÊ – Ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve li Kobanê bi basa gerok çalakî hate li darxsitin.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê û bi piştgiriya berxwedana gerîla, Îro li bajar Kobanê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve, bi basa gerok çalakî hatin li darxsitin. Ciwan û jinên ciwan ve bi vê basê wê heya 30’î meha Gulanê li nava bajarê Kobanê û gundewarên wê ve bigerin.
Di heman demê de wê ciwan li her cihê xwe digihêjinê siloganan berz bikin, stranan bêjin û semîneran bidin.