KOBANÊ – Dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ji 14’ê Nîsanê de êrîşên dagirkeriyê yên berfireh li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin. Di nava van êrîşên ku dagirkeran dane destpêkirin de tu pîvan nemaye ku nehatiye derbas kirin. Lê li hember wê berxwedana gerîla jî bê navber dewam dike. Gerîla derbên giran li dijmin dide. Her wiha tevahî ciwanên Kurd û Kurdistanê jî xwedî li vê berxwedana gerîla derdikevin û bi her şêwazê cihê xwe li kêleka gerîla digirin.
Ciwan bi rengê xwe di nava hemû çalakiyan de cihê xwe digirin û jê re pêşengtiyê dikin. Li ser vê bingehê ciwanên Kobanê ku bê navber di nava çalakiyan dane ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku ewê tu carî gava xwe ji ber van êrîşên dagirkeriyê şûnde navêjin.
Destpêkê ciwanê bi navê Siwar destnîşan kir ku ew tu carî ji kêleka gerîla naçin û got; “Navê min Siwar e, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşgerim. Em bi meşa xwe li kêleka gerîla cihê xwe digirin. Malbata Barzanî ya xayîn destê xwe bi Tirkan re kiriye yek û êrîşî me kurdan dikin, êrîşî Zap, Metîna û Avaşîn, heman demê de topên xwe jî davêjin ser Kobanê. Armanca wan jî ewe ku gelê kurd ji wan bitirse. Lê belê mala Barzanî û Erdoxan ve nizanin ku gerîla li pişt me, em jî li pişt gerîla ne. Her dema ku hevalekî me şehîd dikeve, em weke ciwanên Kobanê, ciwanên şoreşger li şûna wan hevalan dadigrin. Çi dibe bila bibe, em weke ciwan bi tev malbata xwe jî em hemû bi gerîla re ne.”
Emê bibin topek ji agir û di dilê dijmin de biteqin
“Navê min Dijle Hesen e, cihê xwe di nava komîteya ciwanên Kobanê de digrim. Emê bersiv bidin dijmin, ji ber ku dijmin tu karî nake, tenê êrîşî ser axa Kurdistanê dike. Li hember wê divê ciwan bê deng nemînin, ciwan serê xwe rabikin. Ger dema ku ciwan serê xwe raneke, wê demê hebûn û nebûna wan weke hev dibe. Erka her ciwanekî ye ku şoreşa xwe nasbike, kurdiyetiya xwe nasbike. Divê her ciwanek li hember van êrîşên hovane li kêleka gerîla bisekine, li hember çeteyên dagirker û tevahî kesên ku dixwazin axa me dagir bikin şer bikin. Li ser vê bingehê em weke ciwan emê çalakiyên cur bi cur bikin, em tu carî nesekinin, emê hertim serî hilbidin. Emê tevahî ciwanên Sûriyê û Kurdistanê ve birêxsitin bikin. Emê li hember dijmin weke topeke ji agir di hundir dilê dijmin de biteqin. Heya ciwanek hebe, emê nehêlbin ku axa me dagir bibe.”