QAMIŞLO – Îro Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek da û tê de encamên hemleya komkirina îmzeyan ji bo derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji “lîsteya terorê” eşkere kirin. Daxuyanî li stada 12`ê Adarê ya li Qamişloyê hat dayîn.
Berdevkê însiyatîfê Ferzende Munzir û endama Kongra Star a Hesekê Nîda Elî Salih daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Piştî bidawîbûna çalakiyên demokratîk ên bi armanca derxistina PKK’ê ji “lîsteyên terorê” yên Ewropa û Amerîkayê, di encama binpêkirineke mezin a li hember beşeke berfireh a ku ev partî jê derketiye, ango gelên herêma Rojhilata Navîn û gelên cihêreng ên wê, pêkhate, olên cihêreng û gelek netewe, bi taybetî gelê Kurd, û ji ber ku em rêzê ji xebatên û fedakariyên vê partiyê re digirin ku armanc dike biratiya gelan, jiyana hevbeş û wekhevî li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk pêk bîne.
Em endam û alîgirên Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarên Heleb û Şamê ji bo hevgirtinê bi însiyatîfa cîhanî ya bi dirûşma “Edaleta navneteweyî ji bo Kurdan” a ji bo derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê û li ser bingeha baweriya me bi têkoşîna PKK`ê, têkoşîna rewa ya ji bo azadiyê û demokratiyê ku di mîsaqa NY`yê û madeyên wê yên bi hejmar 1 û 2 de hatine mîsogerkirin, me dest bi hemleya komkirina îmzeyan di nav gelên Kurd, Ereb, yên din û saziyên civaka sivîl, rewşenbîr, partiyan de kiribû.
Divê em îşaret pê biki ku dewleta Tirk ji du sed salan ve li dijî Kurdan û gelên din ên resen siyasetên qirkirinê û înkarkirinê dimeşîne da ku wan bihelîne. Ji ber wê gelek tevger, serhildan û şoreşên Kurdan li dar ketin. Herî dawî jî PKK bû ku ji ber wê terora dewleta Tirk zêdetirî 4 hezar gund li Bakurê Kurdistanê şewitandin.
Her wiha li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn, çekên kîmyawî yên qedexekirî li dijî gerîla li Zap, Avaşîn û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê bi kar anîn. Bi awayekî eşkere destekê dide DAIŞ û Nusrayê ku di lûtkeya lîsteyên terorê yên cîhanê de ne. Kuştina mîrên DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî û Qerdaşî li cihekî li Idlibê ku zêdetirî kîlometreyekê ji sînorên Tirkiyê ne dûr e, îsbata vê yekê ye.
Lê şervanên PKK`ê roleke mezin di rizgarkirina herêmên berfireh ên Sûriyê û Iraqê de ji terora DAIŞ û Nusrayê lîst û di wê oxirê de bi hezaran ji wan şehîd bûn û birîndar bûn. Ji bo wefadariya wan fedakariyên mezin me dest bi hemleya berhevkirina îmzeyan kir û me 2 milyon û 476 hezar û 173 îmze kom kirin. Di vê çarçoveyê de em spasiya hemû kesên lîste îmze kirine û komîteyên ku bi vî karî rabûne, dikin.”