NAVENDA NÛÇEYAN – KCK‘ê diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê, penaberên siyasî dihên qetilkirin û got: “Temamê dinyayê jî dengê xwe ji van kuştinên bi siyasî re nake û ji xwe re lê dinihêre. Komîseriya penaberan a NY’ê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji ber ku heta bi niha li hember van kuştinên bi siyasî tu helwesteke bi cidî nîşan nedane û ji van kuştinan berpirs in.“
‘HER KES WÊ NEÇAR BIMÎNE KU PARASTINA XWE BIKE‘
KCK’ê bal kişand li ser hêzên siyasî yên li Kurdistanê û gel, li hember van kuştinan divê di asta herî bilind de helwesta xwe nîşan bidin û wiha pê de çû: “Helwestên wan li dijî qetilkirina welatparêz û şoreşkeran divê bi aşkerehî be. Berovajî wê, her kesek wê neçar bimîne ku parastina xwe bike û mafê xwe yê rewa bi kar bîne li dijî van êrîşan. Li gel ku bi me ne xweş wiha bibe, heke bûyerên vî rengî biqewimin jî divê bihê zanîn ku em jê nabin berpirsyar.’’
‘NIKARIN BI ÊRÎŞÊN WIHA BI KURDAN GAV BI PAŞ DE BIDIN AVÊTIN‘
Di berdewamiya daxuyaniyê de KCK’ê wiha got: “ Bi van qetilam û kuştinên polîtîk dixwazin gelê Kurd, şoreşker û welatparêzan bitirsînin, biçewisînin û gav bi paş de bidin avêtin. Dewleta Tirk ji binketina bi hevkariya PDK’ê ya li dijî Tevgera Azadiyê û gerîla; bi gera bi telefonê li mirovan an jî bi axavtina rû bi rû xwarina gefan li wan, kirina şantajê û tirsandinê û kirina sîxur hewil dide xelas bibe. Ji vê polîtîkaya xwe têr encam nagire. Ji wê boneyê Kurdan wek dijmîn dibîne û dikuje. Li gor dewleta Tirk her Kurd neyar e û divê were kuştin. Di şexsê Mehmet Zekî Çelebî de ev yek cardin aşkere bû. Lê divê bihê zanîn ku bi van êrîşan gav bi Kurdan bi paş de nayê avêtin. Berovajiyê wê, pê hêrsa Kurd zêdetir dibe û eniya Kurd a azad mezintir dibe. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan bi berdêlên giran û şehîdan bûye ku têk naçe.’’
‘DIVÊ RÊVEBIRIYA SILÊMANIYÊ Û BERPIRSÊN POLÎTÎK BI ERKA XWE RABIN‘
KCK’ê anî ziman ku divê rêveberiya Silêmaniyê û berpirsiyarên polîtîk bi erka xwe rabin û wiha dom kir:‘’Bi van êrîşan bi zanebûn hewil didin ku bajarê Silêmanî bikin navenda kuştinên polîtîk. Bi kirina şantajê li welatparêz, partî û saziyan hewil didin bê bandor bikin û bikişînin nav tifaqa qirêj. Kurd tev bertek nîşanê hevkariya qirêj a PDK’ê ya bi dewleta Tirk re didin û di vê polîtîkaya hevkariyê de PDK’ê bi tenê dihêlin. Bajarê Silêmaniyê yê navenda welatparêziya Kurd e, dixwazin neewle bikin ku mirov nekare lê bijî. Rêveberiya Silêmaniyê û berpirsyarên polîtîk divê bi erka xwe rabin û hişyar bin li hember vê rewşê û helwesteke xuyayî nîşan bidin. Divê planê ji paş re yê van kuştinan bi hemû hûrguliyên xwe ve bihê aşkerekirin. Hêviya gelê Kurd û malbatên mirovên me yên hatin qetilkirin ji wan ev e.’’
‘HEWLÊR BÛYE SÎ Û STARA QATILÊN KURDAN‘
KCK’ê destnîşan kir ku Hewlêr bûye sî û stara qatilên Kurdan û ev tişt got: “Qatilên li Silêmaniyê sûîqastên siyasî dikin tev direvin Hewlêrê. Hewler êdî bûye navenda parastina qatilên Kurdan. PDK’ê dest bi nêçîra Kurdên ku wek wê nafikire kiriye. Helwesta polîtîk a PDK’ê ya gav ji hevkariya xwe bi dewleta Tirk re bi paş de naavêje bi ser de dorê li qadên gerîla digire, kemînan dadiîne, îstixbaratê dide dewleta Tirk û êrîşên yekser dike.“
‘JI QATILAN WÊ HESAB BIHÊ PIRSÎN‘
KCK’ê diyar kir ku wê ji qatilan hesab bihê pirsîn û wiha dawî kir: “Gelê me yê ve rewşê dibîne, bêguman divê helwesteka aşkere nîşanê PDK’ê bide. Banga me li Xaça Sor, Komîseriya Penaberan a NY’ê û rêxistinên mafên mirovan ên saziyên navneteweyî yên bi mafên penaber û mirovên polîtîk re têkildar in ew e ku li hember kuştinên polîtîk ên bi hevkariya MÎT-Parastinê, helwest nîşan bidin. Mafê gelê Kurd û Kurdên azad ê li hember êrîşa bi her awayî parastina xwe ya cewherî bi pêş de bibin heye. Ji qatilan wê teqez hesab bihê pirsin.“