AMED – DGH’ê li navçeya Sûrê ya Amedê noqteyeke polîsên Tirk a dagirker kir hedef. Di daxuyaniya yekîneyê de hat gotin ku di noqteya ku EYP’ê lê xistiye de zirareke mezin gihîştiye polîsan û polîsên dagirker bi panîkê reviyane û piştre tax dorpêç kirine.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
“Di 17’ê Gulanê de yekîneyên me yên Şehîd Eyûb Yilmaz li navçeya Sûrê ya Amedê bi li hemberî nuqteyeke dijmin çalakî pêkanîne. Di çalakiyê de zirarên madî çêbûye, piştî çalakiyê dijmin ketiye panîkê û ji ber tirsa çalakiyê piştre tax xistine dorpêçê.
Di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ya xayîn, li ser çiyayên Kurdistanê êrîş pêkhatin, em jî weke ciwanên şoreşger ên Kurdistanê emê tola şehîdên xwe hilînin û Kurdistana azad diyarî dayikên şoreşger ên Kurdistanê bikin.
Çalakiyên me yên li dijî dagirker û hevkaran wê bê navber bidomin.”