MEXMÛR – Ji bo gerîlayê HPG’ê Şehîd Rohat Dengdar ku li gel heft hevalên xwe bi çekên kîmyawî li Çiyareş ê Zapê şehîd ketibûn, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Şehîd Rohat Dengdar ku li gel 7 hevalên xwe bi çekên kîmyawî li Çiyareş a Zapê şehîd ketibûn, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin. Li ser vê yekê hemû saziyên wargehê, şêniyên wargehê çûn sedana konê sersaxiyê yê ku li mala xizmê şehîd hatî danîn.
Di kesayeta Şehîd Rohat de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê şêniyên wargehê Mele Eyub Şemzînî axivî û got: “Xwedê emir dike ku şehîd tu carî namirin û her tim jiyan dike. Yekem mirovê ku li ser rûyê dinyayê bersiva Rebilalemîn dide bangawaziya Xwedayê tebarekewetealilah qebûl dike, mirovên şehîdin. Ji ber vê şehadet tiştekî herî pîroze ku di dînê pîroz de jî bi ti şêwazekî qebûl nekiriye weke mirovên din bi wecîbeyên dînî bêne pêkanîn. Bi ti şêwazî şehîd nayên şûştin, bi cilên ku pêve şehîd ketî tê sipartina axê. Em bi şehîdên xwe serbilindin ji bo wê jî em di serî de dibêjin bila serê malbata hêja, serê Serokatiya me, rêhevalên wî û gelê wargeha Mexmûr saxbe.”
Li ser navê malbata Şehîd Rohat Dengdar, Eshed Çelî axivî û destpêkê xêrhatina hemû gelê amade kir û got: “Ev xem û êşa ewqas mezin we wek gelê wargehê, wek sazî û wek rêxistin xwe da ber û we ev xem sivik kir. Belkî dayîk û bavê şehîd ne amadeye lê hûn hemû dayîk, bav, xwişk û birayên şehîdin. Ji ber ku her malekê ev êş kişandiye û ev bedel daye û hîn jî amadene ji bo bedel bidin. Soza me hemûyan ewe ku em li ser vê dozê bimeşin, ew barê giran yê ku li berxwe didan, wî barî hilgirin ser milê xwe, ala ku wan li pey xwe hiştîn hilgirin û heta serkeftinê bimeşin.”
Piştî axaftinan dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bimre îxanet’ hatin gotin.