DÊRÎK – Ciwanên Kampa Newrozê li navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê kom bûn û bi meşekê berê xwe da “Konê Berxwedanê” ya li Dêrikê. Ciwanan diruşmên weke Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla berz kirin.
Şêniyên Dêrikê û nobetdarên li bin Konê Berxwedanê ciwan pêşwaz kirin.
Li bin kon endama rêveber a Kongra Star şaxê Dêrikê Fatme Silêman bixêrhatina ciwanên tev li vê çalakiyê bûne ku destekê bidin hêzên gerîla, kir.
Fatme Silêman bêdengiya rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hember tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla, şermezar kir.
Dûre têkildarî têkoşîn û berxwedana gerîla li Avaşîn û Zapê sînevîzyonek hate pêşandan.
Tê payîn sibe şêniyên Girkê Legê berê xwe bidin Konê Berxwedanê.