SILÊMANÎ – Cenazeyê welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî yê di encama sûîqestê de li Silêmaniyeyê şehîd bûbû, bi tevlîbûna dehan kesî bi merasîmeke girseyî ji Saziya Tiba Edlî hate wergirtin û bi karwanekî ber bi warê wî Wanê yê Bakurê Kurdistanê ve tê şandin.
Welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê restoranta Denîz ku şeva 17’ê Gulanê di encama êrîşeke çekdarî de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê rastî êrîşê hatibû û 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar şehîd bûbû.
Girsya gel bi pêşengiya Komeleya Karkerên Mezopotamya saet 10.00’ê li ber drrê Tiba Edlî ya Silêmaniyê kom bûn, cenazeyê şehîd bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bimre Xiyanet’ ber bi taxa Bextiyarî ku lê şehîd ketibû ve birin. Li wir piştî merasîmeke girseyî wê gel heya mizgefta Ehmedê Hecî Elî (City Center) meşiyan.
Di meşê de bê navber dirûşmên hatin qîrkirin, hevkarî, nokerî û êriş hate şermezar kirin.
Piştî merasîmê cenazeyê Çelebî bi karwanekî hate şandin û piştî Koyê wê derbasî Bakurê Kurdistanê, bajarê Wanê bê kirin.