STENBOL – Ji 48 kesên ku duh li Stenbolê di meşa şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê yên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê de hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) duh li Stenbolê, êrişa ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dabû destpêkirin, bi meşekê şermezar kirin. Polîsan êrîşî meşê kiribûn û Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu jî di nav de 48 kes binçav kirin û biribûn Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.
Li Miduriyeta Polîsan, 31 kesên ku îfadeyê wan hatin girtin hatin berdan. Li bendê ye ku 17 kes jî bi angaşta “muxalefeta qanûna civîn û xwepêşandanan” û “Propagandaya rêxistinê” sewqî dozgeriyê bên kirin.