AGIRÎ – Derket holê ku nûçeyên derbarê 11 gerîlayên HPG’ê di operasyona stargeha li gundê Kulê ya bi ser navçeya Bazîdê ve ku şehîd bûne, ne rast in. Hat diyarkirin ku di encama herifîna stargehê de gelek leşker di bin xirbe de mane.
Wezareta Karên Navxweyî ragihandibû ku di operasyona şikefta li gundê Kulê bi ser navçeya Bazîda Agiriyê de 11 gerîlayên HPG’ê şehîd bûne. Derket holê ku nûçeyên derbarê 11 gerîlayên HPG’ê ku şehîd bûne de manûpulasyon e. Hat zanîn ku 90 roj in li stargehê ango şikeftê operasyon didome û heta niha tu gerîlayekî HPG’ê şehîd nebûye û zirar negihêştiyê. Li wê deverê kolandin tê kirin û ketin û derketin bi temamî hatiye qedexekirin. Li derdora şikeftê hê jî kolandin didome û li herêmê baregehek leşkerî hatiye avakirin.
LEŞKER DI BIN XIRBE DE MANE
Li ser gilîkirinekê sê meh berê dijî stargehê operasyon hat destpêkirin. Hat ragihandin ku derûdora stargehê hatiye kolandin û bombeyên gazê avêtine hundir. Piştî çend roj derba dibin bi helîkopterê leşkeran datînin hundirê stargehê. Bi du ku leşker dikevin hundir stargeh diherife û gelek leşkeran di bin xirbe de dimînin. Ji bo derxistina leşkeran tîmên AFAD, 112 û gelek makîneyên kar dişînin cihê bûyerê. Bi rojan xebata rizgarkirina leşkeran didome û nehat zanîn ku leşker mirî an sax ji wir hatine derxistin.
HÊ JÎ AMBULANS LI HERÊMÊ TÊN SEKINANDIN
Welatiyan derdorê diyar kirin ku heta mehekê jî ambûlans sewqî cihê stargehê dihatin kirin û ambulans hê jî li wir tên rawestandin û wiha gotin: “Bi mehan e li wir kolandin tê kirin. Lê me nedîtiye ku heta niha cenaze ji wir hatine derxistin. Heke wek ku dibêjin cenazeyên aydê HPG’ê bûna niha li ser hev nûçe çêkiribûn û belav kiribûn. Her wiha tu agahiyek ku cenaze rakirine nexweşxaneyan jî nîne. Hê jî li wir kolandin tê kirin. Li wir baregehek leşkerî tê avakirin. Tê gotin ku cenazeyên çend leşkeran ji bin xirbe derxistine. Haya kesê jê nîne ku bi mehane li wir çê tê kirin. Her roj gelek makîneyên kar û wesayîtên leşkerî diçin wir.”
DAXUYANIYA WEZARETÊ HAT DEREWANDIN
Di vê navberê de HPG’ê du roj berê derbarê mijarê de daxuyanî dabû û daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ku gotibû 11 gerîlayên HPG’ê şehîd bûne derewand.