ŞIRNEX – Li Şirnexê, êrîşên dagirkeriyê yên li herêmên Besta, çiyayê Gabar û Cûdî didome de bênavber dar tên birîn. Cerdevanên ku ji bajarokên Sêgirkê û Hilal ên navçeya Qilabanê tînin herêmên Qûrteka Pêşya, Tîkera û Kaniya Mîr ên Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de daran dibirin û xwezayê talanê dikin. Darên ku tên birîn li TIR‘an tên barkirin û ber bi bajarên Tirkiyeyê ve tên şandin.
Li aliyê din êrîşên dagirkeriyê yên ku bi “qedexekirina” têketina gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilêrît ên Şirnexê destpê kiribûn, dewam dikin. Ev 13 roj in ketina gundan a welatiyan tê astengkirin.