DÊRÎK – Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo azadiya Rêberê Gelan ya fîzîkî û berxwedana dîrokî ya gerîla kona berxwedanê vedan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Dêrîkê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, heman demê de ji bo berxwedana bê navber ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li Dêrîkê bi navê Kona Berxwedanê çalakî duh li darxistin û îro jî di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.
Kona berxwedanê ku Tevgera Ciwanên Şoreşger vegirtine, di roja xwe ya duyemîn de bi beşdariya meclîsa bajarê Dêrîk û Girkêlegê ve dewam kir.