KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li herêma Firatê meşek li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ve, ku ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin, li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê, ku li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin, heman demê de ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, meşeke girseyî, bi beşdariya Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Minbicê re, di bin dirûşmeya ‘LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ’ de li darxistin. Bi dehan ciwan û jinên ciwan tevlî meşê bûn.
Meşa ciwan û jinên ciwan ve, li Kobanê ji navçeya Sirînê destpêkir, li ber baxçeya Rêber Apo bi kombûyînekê re bi dawî bû. Di nava meşê de ciwanan bi rakirina alên ku wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li ser wê heye, ala PKK û TCŞ’ê ve rakirin. Di heman demê de pankartên ku li ser wê nivîsên weke “Bi rihê berxwedana gerîla, emê faşîzmê têk bibin” hatibûn rakirin.
Di heman demê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hate kirin, di axaftinê de hate diyarkirin ku meş ji bo tevlîbûna xwe ya nava seferberiyê ciwan hîna xortir bikin, ji bo ku ji êrîşên dijmin re bibin bersiv hatiye li darxistin, berdewam kirin û gotin; “Meşa me bi armanca ku em li hember dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ve, seferber bibin. Ji bo ku em ji dagirkeriyê re bidin diyarkirin ku dema ew êrîşî ser gerîla dikin, ew êrîşî ser me jî dikin, ji bo vê jî em ji dagirkeran re dibêjin ku dema hûn êrîşî gerîla dikin, bi dehan ciwan li kêleka gerîla disekinin, li pêşiya van êrîşan dibin asteng.
Di dawiyê de ciwanan diyarkir ku, her dema gerîlayek şehîd dikeve, wê şûna wan bi dehan ciwan bigirin û destnîşan kirin ku wê tu carî çekên şehîdên xwe li erdê nehêlin, heya dijmin têkneçe, faşîzm nerûxe, emê bê deng nebin û serî li ber van êrîşan netewînin. Emê heya dawiyê jî ji bo parastina welatê xwe li ser piyan bin.
Herî dawî ciwanan bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bimire îxanet û faşîzm” çalakiya xwe bi dawî kirin.