SILÊMANÎ – Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, ewê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, meşa dirêj heta devera Behdînanê lidarxin.
Di saetên êvarê de li Silemaniyê Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihandin ewê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê dest bi meşa dirêj bikin.
Di daxuyaniyê de bang li tevayî beşên civakê, partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê tê kirin tevlî meşa dirêj a ku wê ji Koye heta Behdînanê berdewam bike, bibin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê li beramberî hemû cûre dagirkeriyek bersiv didin banga Komelên Ciwan, emê mil bi milê wan dijî hemû cûre dagirkeriyekê bi sekinin û bersivek tund bidin.”
Di dewamê de bang li hemû beşên civakê, rêxistin û partiyan hat kirin tevlî meşa dirêj a ku wê di 1’ê Hezîrana 2022’an de di saet 11:00’an de li navçeya Koye were destpêkirin û ber bi Behdînanê ve herin, bibin.