NAVENDA NÛÇEYAN –
Li ser Girê Silêman êrîş dest pê dike
Komek gerîla ji bo hîn bêhtir çeperên di perestgeha şer de xurt bikin, malzeme, lojîstîk û cebilxane dikişandin Girê Sor.
Koma ku tiştan bibe di 14′ê Hezîranê de barê xwe amade kiribû. Lê mixabin dema ku tam li ser bi rê biketinê bûn, seet di derdora 20.00’an de êrîşê dest pê kiribû. Dijminî di destpêkê bi obus û tankan li Girê Sor û Girê Silêman xistibû. Paşê ji bi balafirên şer 3 caran êrîş li ser Girê Silêman pêk anîbû û carekê ji Girê Sor kiribû armanc. Piştre ji liv û tevgera helîkopteran dest pê kiribû û ji herçar alî ve leşker valakirîbûn li dora Girê Silêman, jêra wî, bilindahiyên wî û herêmên din yên silsila wî girî. Nêzîkî bîst caran helîkopteran leşker danîn.
Di serî de fermandarên gerîla û hemû şervanan ji kameraya perestgeha şer li vê bûyerê temaşe dikirin. Ji dijminî webû ku Girê Silêman vala ye, ji ber wê tîmek leşkerên danîn herêmê hema rasterast berê xwe didin deriyê tûnêlan û diçin. Li gel pisporên xwe yên teknîkî, ji bo ku deriyên tûnêlan biteqînin, bi lez û bez dest pê kiribûn kabloyan danin. Lê belê wan hê jî hayî ji xefika ku li benda wan bû tunebû. Kontra yên devilxwîn yek bi yek ketibûn xefika gerîla. Gerîlayên ku pisporên teqemeniyan bûn, endamên kontra yên ku di kameraya xwe de temaşe dikirin, di têketina tunelê girtin û teqemeniyên xwe yek bi yek li dijî wan bi kar anîn.
Dema hêzên dijminî ber bi deriyê tûnêlên şer ve diçû, seet danê sibehê li dor 05.00’an bû. Di teqîna yekem de 3 leşkerên dijmin li erdê perpitîbûn û yên mayî jî di zinaran de gindir bûbûn. Şervanan ji eva henê hemû li ber kamerayên xwe temaşe kiribûn.
Hêzên gerîla li vir, ango li Girê Silêman, du rojan şer kiribûn. Çeperên ku ew di tê de bûn jixwe biçûk bûn û ji bû şerekî dûvdirêj ne guncav bûn. Ew weke pêş çeperekê hatibû çêkirin. Heta mirov dikarî jê re bêje çepereke heyaleyî û dijmin mijûlker bû. Ji ber ku qada şer a sereke perestgeha Girê Sor bû. Her tişt wê li vir biqeda, çarenûsa sereke ya şer wê li vir diyar bibûya. Ji ber vê yekê wê piştî demekê Girê Silêman bihata valakirin û hêzên li vê derê wê derbasî Girê Sor bibûyan.
Ji bûna hêza li Girê Silêman derbasî Girê Sor bibûya, pêwîst bû ku plansaziyeke baş bihata çêkirin. Ji ber ku hêzên dijmin bênavber ew der gulebaran dikirin û dixwestin hêza li wêdê bêbandor bikin. Piştî telîmata ji koordînasyona şer hatî, hêzên Girê Sor, li hêzên dijmin didine û û hemû bala wan dikşînin li ser xwe.
Li Girê Silêman yekîneyeke gerîla ya ji 3 kesan pêk dihat bi cih bûbû. Botan, Azad û Baz ji bo parastina qadê bi giştî, him li çeperên xwe yên li serê Girê Silêman şer dikirin, him jî ji bo bi awayekî ewle malzemeyên din yên lojîstîkî bikişînin Girê Sor dixebitin. Botan berpirsiyarê yekîneyê bû. Rêhevalekî afirîner bû, di pêşxistina teqtîkan de jîr bû, di şert û mercên herî dijwar de jî her tim rêyek û çareseriyek didît, zana, xwedî tecrûbe û mîna şeytên dikarî marî ji kunê derbixe. Sê kes bûn, lê belê ji artêşeke mezin çêtir şer dikirin. Qet nedigotin, “Mane em jixwe sê kes in, ma em dikarin çi bikin!” Li ser bingeha rastiya “Yekîneyek dikare bibe beranberî artêşekê” tevgeriyan, li ber xwe dan, şer kirin, li hundir gule berdan dijmin, bi teqemeniyan ji der ve dijmin îmha kirin û îmana dijmin leqandin. Û herî dawî ji bi teqtîkên xwe yên berketî, bi manevrayên jîr ji Girê Silêman bi serketî derketin.
Ew bi ser ketibûn, lê belê vê çîrokê ne nû dest pê kiribû û rabirdûya wê ji hebû. Her sê fedaîyan ji ne dixwestin girî berdin. Wan dixwestin cihê xwe, ango li Girê Silêman şer bikin, ji wir Girê Sor biparêzin û li wir pişta dijmin bişkînin. Lê belê her çend fermandariya Girê Sor bi israr ji wan re digot ku ev yek di warê teqtîkên leşkerî de xelet û aloziye jî, qanekirina wan her sê fedaîyan ne hêsanî bû.
Di taliyê de ew qane bûbûn. Ew ê ji wir derketan. Lê çawa? Gir ji her alî ve hatibû dorpêçkirin û bê navber dihate bombebarankirin. Roja paştir, di tariya şevê de, bêyî ku dijmin wan bibîne, di deriyê herî asê û varî yê tûnêlê re derketibûn. Pêşiyê Baz derketibû, piştî wî xwe qedemeyekê berda xarê, piştre Botan û piştre jî Azad derketibû. Her sêyan ji di heman cihî de xwe berdabûn gelî.
Rêwîtiya Girê Sor
Piştî ku kom ji Girê Silêman derket rê, rêwingîtiya zehmet nû dest pê kiribûn. Hem derketina ji çembera dijmin û hem jî di nîvê havînê de rêwingitiya dirêj ya bê av ne ewqasê hêsanî bû. Ji ber ku tam nedizanîn dijmin li herêmê çawa belav bûye, ew li cihekî gelekî nêzîkî dijmin bi cih bûbûn. Amûrek bêtêlê bi wan re hebû. Piştî bêhnvedaneke kurt bi Girê Sor re ketibûn di nava têkiliyê de. Pirs kirin ka li Girê Spî leşkerên dijmin hene yan na, bersiva “heye” girtin. Di navbera cihê ku lê danîn û leşkerên dijmin de bi qasî 400 mîtroyan hebû. Lê belê him haya wan ji dijminî tunebû û him jî haya dijminî ji wan tune bû. Piştî demeke kurt pêşiyê dengê kûçikan û paşê jî dengê leşkeran bihîstîbûn. Hema piştî ku wan deng bihîstin, yekser ketin di nava livê de û ji kerigîve cihê xwe guhertin. Ji bûna ku dijmin wan nebîne, ewan bi hemet û sexbêriyeke mezin hereket dikirin. Gelekî hayî ji qelqa xwe hebûn weke sexbêriya nêçîrvanê ku bêyî ku nêçîra wî bi wî bihese xwe nêzîkî nêçîra xwe bike di lepiyan û bi sexbêrî ber û Girê Sor ve diçûn. Mane ew ferxên wêdê bûn û wan ew herêm weke kefa destê xwe dizanîn. Rêyek asê di kûderê re biçûya wan dizanî. Ew bi hostayî, tevî hemû zor û zehmetiyan di şeva 17’ê Hezîranê de gihabûn Girê Sor.
Piştî ku her sê gerîla ji sip û sexelem gihiştin Girê Sor, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Derketina wan bi silametî ji tûnêleka biçûk a mîna ya Girê Silêman, weke mûcîzeyekê bû. Di nava wê tofan û heydedanê de, di nava wê qiyameta gazên kîmyewî de derketina wan bi rastî ji mûcîze bû. Dijmin him her der dorpêç kiribû û him ji bi teknîkê bi şev û roj herêm dişopand. Lê belê ew ji nava wan derketibûn û bi silametî gihiştibûn Girê Sor. Heyecan, coş û hesreteka rêhevaltiyê ya bê hempa ketibû li nava perestgeha şer ya Girê Sor de.
Di rê de Botan her tim digot, “Divê em xwe bigihînin Girê Sor. Divê em xwe bigihînin hevalan û bi hev re derbeyek mezin li dijminî bidin.” Botan jixwe gazî bû, berê birîndar bûbû, şervanekî xurt û bi biryar bû. Ew ji serî heta binî tijî vîn û bawerî bû, mîna şêrekî dilpola bû û weke kelhekê li himberî dijmin disekinî. Her çend gazî bû ji, lê belê wî dixwest her tim di eniyên pêş de şer bike. Di serî de ewî çi wate nedida tûnêlên ku bi ked û hewldanên mezin dihatin çêkirin. Ew î her tim digot, “Min berê çi wate nedida çêkirina van çeperan, lê belê piştî Girê Silêman, min fêm kir ku wateya wê çi ye.”
Hêza li Girê Sor mezintir bûbû û vîn û biryara şer û têkoşînê hîn xurttir bûbû. Bi zanebûn, tecrûbe û teqtîkên şer yên nû ku ji Girê Silêman elimî bûn, xwe ji şerekî mezintir re amade dikirin. Dê bêhna xwe fireh bikiran û li bendê bisekiniyan, dê li hemberî êrîşên dijminî testê wan li ser çeqmeqê bûya, dema ew bihatan ji hingê wa yê bizaniya ka kî berx e kî beran e.
Jixwe ew an şûr ji kalanî kişandibûn, mertalên xwe hildabûn û ji neyarî re qebû qebû dikirin. Jixwe tişta ku heta niha qewimî nîşana şerekî mezin bû. Û gerîlayên li perestgeha şer a Girê Sor ji şerî re amade bûn û digotin “tu bi xêr hatî, ser ser.û çava hatî wa mirin.”