BEHDÎNAN – Çavkaniyên HPG’ê ragihandin ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li qada Çiyareş a li Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke şoreşgerî kirine.
Çavkaniyên HPG’ê diyar kirin ku Wezîrê Parastinê yê Tirk tevî fermandarên artêşa Tirk a dagirker sibeha 24’ê Gulanê ji bo leşkerên li Kurojahro hatin cezakirin hatin ser sînor û HPG’ê got, “Hêzên me 24’ê Gulanê li qada Çiyareş li dijî dagirkeran operasyoneke din a şoreşgerî dan kirin.”
Li gorî agahiyên destpêkê, gerîla çûn ser cenazeyên 12 dagirkeran, 6 çek û gelek alavên leşkerî rakirin.
Hate ragihandin ku agahiyên berfireh ên li ser operasyonê wê bi raya giştî re jî bêne parvekirin.