QAMIŞLO – Bi pêşengtiya Rêxistina Kongra Star a Qamişlo jinan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin meşekî girseyî lidar xist. Jinan bi dirûşmeya “Na ji tecrîdê re, erê ji azadî re” ji çerxerêya Siyahî ya bajarê Qamişlo destpê kir, heya navenda Neteweyên Yekbûyî meşiyan û dan diyarkirin ku polîtîkayên li Îmraliyê tê meşandin, polîtîkayên ku li ser tevahî gelên azadîxwaz tê meşandin e.
Endam û Rêveberên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, sazî û dezgehên sivîl jî di meşê de amade bûn. Paşê şandeya jinan derbasî Neteweyên Yekbûyî bûn û li wir daxwazê xwe yên nivîskî û devkî ragihandin ku divê tecrîda girankirî li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rabe û divê fizîkî azad be. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûne nêrînên xwe parve kirin.
“Gelê Kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe nas kiriye”
Rêveberiya Kongra Star a taxa Hileliyê Salha Behcet Keleş tecrîd û êrîşên dewleta tirk a li dijî herêmê şermezar kir û got: “Niha tecrîdek giran li dijî Rêber Apo pêk tê, her wiha dewleta tirk dixwaze herêmên me dagir bike û nasnama gelê kurd winda dike. Wekî jin îro em bang li netewên yekbûyî dikin ku bi erka xwe rabin û destek nedin dewleta tirk. Îro Gelê Kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe nas kiriye û berxwedana xwe tekoşîn dike. Em wekî jin ku ev êrîşên li ser xaka me pêk tên em ê li dijî vê êrîşê derkevin. Em tecrîda giran a li ser Rêber Apo şermezar dikin. Em soz didin Serokê xwe û hemû şehîdên Kurdistanê ku em ê kar û xebatên xwe bilind bikin heta ku em Rêberê xwe azad bikin.”
“Em ê li ber xwe bidin heta ku em Rêberê xwe azad bikin”
Hediya Mihemed da zanîn ku heta ew sax bin ewê her di nava çalakiyan de bin û wiha axivî: “Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin heta ku em Rêberê xwe azad bikin heta ku em sax bin em ê dewleta tirk şermezar bikin û em ê her dem li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bin û em ê riya gêrilayên xwe bişopînin. Erdogan mirovekî zalime û em wî şermezar dikin. Em ê şopdarê serokê xwe bin û em silavên xwe ji Serok Apo û gêrilayên li serê çiyê re dişînin.”
Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.