DÊRÎK – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêrikê di çarçoveya çalakiyên ku bên li darxistin de daxuyaniyek dan. Ciwanan di daxuyaniya xwe de bang li tevahî ciwanên Kurdistanê kirin û gotin; “Divê êdî sînoran rabikin, dem dema ciwanên serhildêr û sînor ne naskirin e ji faşîzmê re. Wek ciwan em rê nadin vê yekê. Em ê 30‘ê mehê meşa dirêj li dar dixin em bang dikin ku tevahî ciwanên Rojava beşdar bibin û ber bi berxwedana gerîlayên azadiyê ve bimeşin.“
Destpêkê daxuyanî bi deqeyeke rêzgirtin, ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpêkir, piştre ciwanan bi daxuyaniya xwe çalakiyên ku bêne kirin, li ser esasê ku ciwanan bersiv dan banga seferberiyê ya Komalên Ciwan û tevlîbûna xwe ya nava vê seferberiyê ragihandin.
Bi temamî daxuyanî wiha ye;
“Di serî de tecrîda li îmraliyê tê meşandin li dijî mirovahiyê ye, li ser rêbertiya me bi her awayî tecrîdeke giran heye. Rêber Apo rê neda polîtîkayên qirêj ên li ser gelê Kurd, şerê ku îro li çiya tê kirin nabe ku em ji berxwedana Rêber Apo qut bigirin dest, gerîlayên Kurdistanê berxwedaneke mezin didin, divê em jî wek ciwan beşdarî vê berxwedanê bibin. Ji ber ku gerîla rûmeta gelê Kurd e.
Divê ciwanên Kurd jî bi vê rumetê re bibin yek û li beramberê xiyaneta PDK’ê rawestin. Ji ber ku faşîzma dewleta Tirk bi rêya PDK’ê êrîşî gerîla û gelê Kurd dike. Her hevalek bi ruhekî fedayî û bê hempa li ber xwe dide. Ev ruhê fedayî rêya azadiyê bilindtir dike, heqîqet û felsefeya Rêber Apo her tim têkoşîn û berxwedaneke mezin dide ser milê me ciwanan. Em wek tevgera ciwanên Rojava û yekîtiya jinên ciwan banga seferberiya ya komelên ciwan kirine, em beşdarbûyîna xwe radigihînin.
Divê ciwanên çar parçeyên Kurdistanê rabin ser pêyan û êdî sînoran ji holê rakin. Dem dema ciwanên serhildêr û sînor ne naskirine êdî em ciwan rê nadin faşîzmê. Lewma em ê 30‘ê mehê meşa dirêj li dar dixin. Em bang dikin ku hemû ciwanên rojava beşdar bibin û ber bi berxwedana gerîla ve bimeşin.
Ji bo silavkirina gerîla û li dijî xiyanet û dagirkeriyê ‘Werin Cenga Azadiyê‘ û em ber bi azadiyê bimeşin.“
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe“, “Bijî berxwedana Îmraliyê“ û “Bijî berxwedana gerîla“ bi dawî bû.