KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê, li ser esasê bersiva banga Komalên Ciwan, bi dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” çalakiya Kona Serkeftinê li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê, a li ser Herêmên Parastina Medyayê, çalakiya bi navê Kona serkeftinê li darxistin. Kona çalakiyê li qada şehîd Egîd a li naverasta bajarê Kobanê hate vegirtin, bi beşdariya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, ciwanên Minbic, Reqa û Tebqayê ve dewam kir.
Di heman demê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Herêma Firatê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Minbic û gundewarên wê Ehmed El Cemîlî ve hate xwandin.
Di daxuyaniyê de ciwanan bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê, ku ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin û di daxuyaniyê de hate gotin; Ev êrîşên dagirkeriyê ku li ser çiyayên Kurdistanê tê kirin, êrîşên li ser tevahî kurdistanê ye. Dewleta Tirk ya dagirker bi hevkariya PDK’ê li ser Zap, Metîna û Avaşînê ve, li dijî gerîla çekên kîmyawî bikartîne, ji ber ku dewleta Tirk li hember berxwedana gerîla bê çare ye.
Di dawiyê de ciwanan bang li tevahî ciwanên Kurdistanê kirin ku li dijî van êrîşên dagirkeriyê kes bê deng nemîne, ji bo ciwanan ev dem dema tolhildan û hesab pirsîna ji dijmin e.
Roja yekemîn ya çalakiya Kona Serkeftinê bi berzkirina siloganên weke “Bêjî Serok Apo, Bêjî Berxwedana Gerîla, na ji dagirkerî û îxanetê” re bi dawî bû.