DÊRÎK – Şêniyên Tirbespiyê, herêma Koçerat û Berav, endamên saziyên civaka sivîl ên li Dêrikê berê xwe da konê çalakiyê ku li kolana Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê hatiye vedan.
Di çalakiyên îro de, axaftinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ên li ser rola ciwanan di şoreşan de, dîmenên têkoşîn û berxwedana gerîla li Zap û Avaşînê li dijî faşîsta Tirk hatin pêşandan.
Çalakî bi teqezkirina li ser berdewamkirina çalakiyan bi dawî bû, ji wan meşa dirêj ku tê payîn ji Qamişoyê ve dest pê bike û li Dêrikê bi dawî bibe.
Çalakî bi stranên koma Cûdî û dîlanan bi dawî bû.