KENYA – Hunermendên Kenyayî ji bo piştgiriyê bidin kampanya ‘Azadî ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re’ li ser dîwarên Naîrobiyê wêne çêkirin. Lê belê zexta girtinê li wan tê kirin.
Kolektîfeke hunermendan ku xwe weke Wahenga bi nav dike, li Naîrobiyê ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li ser dîwaran dest bi xêzkirina wêneyan kir. Lê belê Şaredariya Naîrobiyê gefa girtinê li vê komê xwar, ku komê heta niha zêdeyî 100 wêne li ser dîwarên herêmên cuda yên bajêr çêkiriye.
Hunermendan li ser mijarê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku wê serî li ber gefan netewînin. Her wiha diyar kirin ku fikrê konfederalîzma demokratîk ê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin.