MEXMÛR – Dayikên Şehîd û şervanan yên Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştgirî dan berxwedana zarokên xwe û gotin: “Emê li gel zarokên xwe ji bo azadiya Kurdistanê li qadan têkoşîn bidin meşandin. Hebûna gerîla hebûna me ye.”
Dayikên şehîd û şervanan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ya li ser Herêmên Parastina Medya û piştgirîdayîna berxwedana gerîlayên Azadiya Kurdistanê daxuyaniyekê dan û gotin: “Emê li gel zarokên xwe ji bo Azadiya Kurdistanê li qadan têkoşîn bidin meşandin.”
Ji bo balkişandina li ser berxwedana gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê, bi beşdarbûna dayik şehîd û şervanan Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi kefiyên gerîlayan yên cemedanî li ber avahiya Meclisa Îstar kombûn, deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên Azadiya Kurdistan hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn daxuyanî da.
Sezgîn di destpêka de berxwedana gerîlayên Azaqdiya Kurdistanê ya li dijî dagirkrtiya dewleta Tirk û PDK’ê silav kir û got: “Em dewleta Tirk, mala Barzanî û yên ku li hember van êrişan rolê sê meymûna dileyizin şermezar dikin. Ji bo bê îradekirina gerîla bi çekên kîmyawî êriş dike. Lê bila ji bîr nekin ku ew şervanên Rêber Apo ne. Wê ti caran wan bê îrade nehêlin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi îradeya xwe ya ji pola, hemû êrişên dewlet Tirk vala derxistiye. Harbûn wan ji windanikirina wan ya li çiyayên Kurdistanê ye. Şervanên azadiyê ji Rêbertî, şehîd û gelê xwe re soz dane ku çawan Mehmed Tunçan çok ji dijmin re nedanîne ew jî wê ji dijimin re çok nedanin. Ger îro cerdevan pêşenktî ji dijmin re nekiriban wê dijmin jî nerkar tişek bikin. Şerê tê meşandin ne ji bo tinekirtina şervanên azadiyê ye, ji bo tinekirina Kurdê azade. Emê weke dayîk û gelê Memxûrê ji bo piştgirdayîna şervanên azadiyê li qadan bin.”
Herî dawî Nûran Sezgîn bang li gelê Kurd, dayikên şehîd û şervanên Kurdistanê kir ku rabin ser xwe û wiha got: “Pêwîste gelê Kurd ji bo piştgirîdayîna gerîlayên azadiya Kurdistanê dakevin qadan li her derê bikin cihê têkoşîna azdiyê.”
Daxuyanî bi siloganên weke, “Bijî Brxwedana Gerîla”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bimire Îxanat” bi dawî bû.