ZÛRICH – Di 26 ‘ê Gulanê de ciwanên Kurd li Stasyona Navendî ya Zûrich’ê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li hember gerîlayana çalakî li darxistin.
Li qada îstasyonê alên ku wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li ser wê hene, alên PKK’ê ve hatin rakirin. Bê navber dirûşmeyên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî Berxwedana Zap” berz kirin.
Di dema çalakiyê de ciwanan daxuyaniyek dan, di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyawî û bang li raya giştî kirin ku li hember van êrîşan bê deng nemînin. Ji ber ku bikaranîna çekên kîmyawî li hember gerîla û sivîlan ve ne exlaqî ye.
Di heman demê de hate diyarkirin ku “Erdogan ê ku zilmê li ser gelan dike û gelan qir dike, di heman demê de şantajan li ser Ewropayê dike û herî dawî jî ji bo tolhildanê li kampa penaberan a Mexmûrê, Rojava û Başûrê Kurdistanê bi dronên biçek êrîşî gelê sivîl dike. Li hemberî van êrişan em banga çalakiyan dikin.”