NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Botan Kato, li ser seferberiya ciwanan ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê, ên li ser Herêmên Parastina Medya wiha got; “Em di vê pêvajoyê da, di vê merhelê da, ji hemû ciwanan re dibêjin, di pêngava 1‘ê Hezîranê de, di vê pêvajoya hemleya seferberiyê de, dijî dagirkeriyê û xiyanetê Werin Cenga Azadiyê.
Êrîşeke pir hov, li ser tevger û hebûna Kurdistanê ve tê meşandin
Hevalên Hêja! Gelê me yê berxwedêr, Gelê me yê Kurdistanê û hemû ciwanê Kurdistanê!
Ciwanên Welatparêz, Ciwanên ku îro dê têkoşîna azadiyêda xwedî berpisyar erk girtin ser milê xwe. Îro em di pêvajoyeke pir girîng û merheleyeke pir dijwar da derbas dibin. Îro dijminê ku dixwaze Kurdistan‘ê tûne bike, dixwaze gelê Kurd girkirinêda derbas bike, dijminê ku faşîst, girker dixwaze diser xwîna Kurda hebûna xwe pêşbixe, hebûna xwe ava bike, bi hemû hêza xwe, bi hemû alikarîyên hêzên navdewletî, hêzên qomploger, hêzên emperyalîst û bi hemû çete, mafya û xiyanetkara, êrîşeke pir hovane liser Herekata Azadiya Kurdistan‘ê, liser hebûna Kurdistan‘ê, liser pêşeroja Kurdistan‘ê dimeşîne. Hevalên Hêja ! îro di çiyayên Kurdistanê da, di ser Herekata Azadiya Kurdistan‘ê da, êrîşên pir hovane ê dijmin, êrîşên pir wehşane û bêehlaqane tê meşandin. Hevalên Hêja! îro em di pêvajoyeke şerê man û nemanê de derbas dibin. Ev şer, şerê hebûna azadiyê ye. Di her çiyayên Kurdistan’ê da; di Zap, Metîna, Avaşîn, Xakurkê, Heftanîn û her çîyayên Kurdistan’ê da şereke bê eman tê meşandin. Berxwedan û têkoşîneke dîrokî, di şexsê Gerîlayên Azadiya Kurdistan’ê da, bi rêbazên pir dewlemend, bi îradeyeke pir mezin, bi qehremantîyeke pir hêja, ku dîrokê da tû carî, tû însanî nîşan nedaye, Îro gerîlayê azadiya Kurdistan’ê, bersivê dijmin tê dayîn.
Yê ku bi têkoşîna redîqal bersiva dijmin bide ciwanên Kurdistanê ne
Dijminê qirker, dijminê faşîst, jibo ku pêşîya tûnebûna xwe bigre, bi hemû hêza xwe dixwaze liser gelê Kurd, liser Azadiya Kurdistan’ê qirkirinê pêk bîne. Ji ber vê êrîşeke pir hovane da ye, êrîşeke ku topyekûn dixwaze hemû hêza xwe ya faşîzmê, hemû derfetên xwe, vê qirkirinê pêk bîne. Ji ber vê êrîşeke, şereke topyekûn dijî Herekata Azadiyê, dijî deskeftiyên Kurdistan‘ê, dijî têkoşîna azadiya Kurdistan’ê tê meşandin. Banga me ji bo hemû gelê Kurdistan’ê, jibo hemû Ciwanên Kurdistan’ê ewe ku, taybet ji Ciwanê Bakurê Kurdistan’ê, îro şerê man û nemanê tê jiyan kirin. Îro şerê hebûna azadiyê tê meşandin. Di vê pêvajoyê da, beranberê êrîşên dijminê qirker, taybet rejîma faşîst a AKP-MHP’ ê, êrîşên topyekûn, bersiveke topyekûn pêwîste. Bersiveke bi riheke seferberiyê, bi giştî tevahî Kurdistan‘ê, beranberê van êrîşa, ketina nav pêvajoyeke seferberiyê pêwîst e. Herekata Azadiyê li herderî îlan kir ku ev pêvajo, pêvajoyeke pir girînge, pêvajoyeke ku hemû gelê Kurdistan’ê, hemû Ciwanên Kurdistan’ê, bi riheke seferberiyê di vê pêvajoyê de cihê xwe bigrin. Di vê têkoşînê da, asta pêşengtî da, asta radîqal da , bersivê dijmin bide, bêgûman Ciwanên Kurdistan’ê ne.
Beramberî dijmin û êrîşên bi vê rengî de divê herkes bikeve nava çalakiyan de
Ciwanên Kurdistanê di vê pêvajoyêda beriya her tiştî pêwîste bi riheke pir fedaî, yê ku îro di Zap, Avaşîn, Metîna da, di şexşê gerîlayên azadiya Kurdistan’ê da tê meşandin, pêwîste di her qadê da Ciwanên Kurdistan’ê jî, bersiveke wisa dîrokî, li vê dijminî bide. Dijî dijminê ku îro dixwaze xwîna Kurda vexwe, dijminê ku îro dixwaze qirkirina Kurda bîne, dijî vê dijminî pêwîste heta dawiyê bersiva me jî, têkoşîn be, şer be, berxwedan be. Ji ver vê tişta ku îro ciwanên Kurdistan’ê tê xwastin, di her derî da bi riheke seferberiyê pêwîste bikeve nava çalakiyên bandor, çalakiyên tolhildan, hemû Kurdistan’ê da çar parçê Kurdistan’ê da, jî derveyê Kurdistan‘ê da, metropolên Tirkiyê da, ya girîng, ya pêwîst ewe ku ciwanên Kurdistan’ê divê pêvajoyê de xwe berpirsiyar bibînin û di vê pêvajoyê de, erk û barê ku dikeve ser milê xwe, pêk bînin. Beranberê vê dijminî, dijî vê dijminî, herderî pêwîste bikeve nava têkoşînekî, nava çalakîyanda. Ji ber vê erkekî serekeyî ciwana ewe ku di vê pêvajoyêda, wek ku gerîlayên azadiya Kurdistan’ê, bi fedaîtî, bi qehremantî, beranberê vî dijminî berxwê didin, ciwanên Kurdistan’ê, di vê pêvajoyê da , di vê têkoşînê da, di vê şerê man û nemanê da, rol û mîsyona xwe bilîzin.
Pêwîste em ji dijmin re bidin diyarkirin ku nikare di vî welatî de jiyan bike
Taybet bangame jibo ciwanên Bakurê Kurdistan‘ê ye, ciwanên Amedê; ciwanên paytexta Kurdistan’ê, ciwanên warê berxwedanê; ciwanên botanê, ciwanên ku herî zêde bi hovîtî û weşitîya dijmin re rû bi rû man e; ciwanê serhedê, ciwanên warê Egîd û Çiyageran; ciwanên garzanê , ciwanên tolhildanê; ciwanê Maraş, Dîlok û Rihayê, ciwanên Dersîmê û ciwanên îro di metropolê Tirkiyê da jiyan dikin, banga me taybet jibo van ciwana ye. Di vê pêvajoyê da , di herderî gelê me, ciwanê Kurdistan’ê, di seferberiyê da , li ser pîyan e , li qadan da ye. Pêwîstî heye ku ciwanê Bakurê Kurdistan’ê jî, di vê pêvajoyêda rola xwe bilîzin û di vê pêvajoyê da bi riheke seferberiyê bikevin nava çalakiyan. Taybet em bangî ciwanên ku îro di zaningeh, di dibistanên dagirkeriyê, metîngeriyê da dixwînin. Îro ciwanên ku di Zap, Metîna, Avaşîn, Heftanîn, çiyayên Kurdistan’ê berxwe didin jî ciwanin, ciwanên Kurdistanê ne, ciwanê ku dixwazin jibo Azadiya Kurdistan’ê, ji bo şeref û rûmeta Kurdistan’ê, jibo pêşeroja vî welatî, vî gelî, yê ku şer dikin jî ciwanên vî welati ne, ciwanên Kurdistanê ne. Îro yê ku di zaningehên metîngeriyêda, dibistanên metîngeriyêda dixwînin jî ciwanên vî welatî ne. Navberê van ciwana da pêwîste ferq û cûdahîyek nebe. Yê ku îro bi îradeyeke pir mezin bi fedaîyeke ku dîrokê da tû însanî nîşan nedaye, berxwe didin, pêwîstî heye ku hemû ciwanê Kurdistanê laîqê van ciwana tevbigerin, laîqê van ciwana bikevin nava tevgerê û bikevin nava têkoşînê. Ji ber vê em ji wan ciwanara dibêjin ku , ciwanê taybet zaningehara dibêjin ku , îro dem dema ku em dibistanên dagirkeriyê, kiryarên dijmin, hovîtîya dijmin, bibînin û beranberê wan, bikevin nava tavirekî ku em nîşanî vî dijminî bidin , “Tu nikarî di Kurdistan’ê da encam bigrî“. Ev erkeke ku hemû ciwanê di zaningehan de, di dibistanên dagirkerîyê da dixwînin, erkeke van ciwanaye jî.
Me ji şehîd, serokatî û gelê xwe re soz daye ku emê dawî li koka xiyanetê bînin
Beranberê van kiryarê dijmin, van êrîşên dijmin, vê faşîzma ku îro liser welatê me Kurdistan’ê, liser gelê me tê meşandin, ev ciwan jî pêwîste helwest nîşan bidin, dibistanên wan protesto bikin û dibistana boyqot bikin û bikevin nava pêvajoya çalakiya seferberiyê. Mijareke din jî a girîng ewe ku îro dijminê Kurdistanê dijminê ku dixwaze qirkirina Kurdan bîne, wek dîrokê da hate jiyan kirin , careke din dixwaze bi xiyanet û bi xiyanetkara, beranberê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê encam bigre, hemû hêza xwe û hemû hêza ku di dîrokêda di Kurdistanê da wek riheke reş, wek rûreşîyek pêş xistiye, dixwaze bi xiyanetê, bi xiyanetkara encam bigre. Beranberê xiyanet û xiyanetkara, taybet di şexsê xiyaneta ku îro PDK’ê pêşdixe, beranberê hemû xiyaneta, pêwîste em bibin xwedî helwest, xwedî çalakî. Wek hereketa ciwana, wek ciwanê Apocî, wek ciwanê Kurdistan’ê, wek Herekata Azadiya Kurdistanê, me şehîdê xwe re soz daye, me Serokatiya xwe re soz daye, me gelê xwe yê xwedî şeref û keramet soz daye, em dê koka xiyanetê li vê axê bînin.
Emê ji dagirkeriyê tol bigirin û hesab bipirsin
Em rê nadin careke din xiyanet di vê axê de encam bigre. Em rê nadin careke din di vê axê de xiyanet şîn bibe. Di vê pêvajoyê da ji beranberê xiyanet û xiyanetkara her ciwanên Kurdistanê erkdar e, berpirsîyar e û pêwîste bibe xwedî çalekwan, çalakiyan pêş bixe. Li kûderê be, bi kêjan rêbazî be, mafê me ye ku yê ku dixwaze qirkirinê liser me ferz dike, yê ku bûye xiyanetkar; dijmin hovtir, weştir, êrîşê gelê xwe dike, pêwîste em jî beranberê wan xwedî çalakîyên tolhildêr bin. Em di vê pêvajoyê da, emê ji qomploqera hesap bipirsin. Emê ji dagirkera tol bigrin. Emê ji xiyanetkara hesap bipirsin û ji vê axê da dagirker û xiyaneta, xiyanetkara derbixin. Em dikevin pêvajoyeke nû ê pêngava 1‘ê Hezîranê. Tê zanîn ku 99‘an de di ser Herekata Azadiyê, di ser gelê Kurdistan’ê, di ser Azadiya Kurdistanê, di şexsê Rêbertiya me da, qomployek hate pêş xistin. Xwastin di vê qomployê da têkoşîna Kurdistan’ê tûne bikin, tasfîye bikin û qirkirina Kurdan temam bikin. Beranberê vê Herekata Azadiya Kurdistan’ê bi pêngava 1‘ê Hezîranê wek vejîna dûyemîn bersiv da van û beranberê vê têkoşîneke bêhempa têkoşîneke qehremane hat meşandin. Em niha dikevin salvegera hejdemîn a pêngava 1‘ê Hezîranê. Ji ber vê em salvegera pêngava 1‘ê Hezîranê da, em hemleya seferberiya çalakiya îlan dikin. Hereketa me di herderî da di hemleya “Dem Dema Azadiyê” da pêngava îlan kirina û bangavazîya seferberiyê li hemû Kurdistan’ê û dostên Kurdan kir. Em jî wek Herekata Ciwana, me hemleya“ Werin Cenga Azadiyê“ îlan kir. Em jî di vê pêvajoyê da, di vê merhelê da ji hemû ciwanan re dibêjin, di pêngava 1‘ê Hezîranê da , di vê pêvajoya hemleya seferberiyê da dijî dagirkeriyê û xiyanetê Werin Cenga Azadiyê.
NC// Zerya Bagok