NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor gotina welatiyên ku di dema bombebaranê de li wê derê amadebûn, artêşa Tirk a dagirker cihê ku welatiyan lê seyran dikirin bombebaran kiriye. Muxtarê gundê Zêwe yê ser bi bajaroka Amêdiyê Birqî Omer jî ragihand ku êriş ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve pêkhatiye.
Yek ji kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest da zarokek temen 13 salî bû, bavê wî di daxuyaniyek ji bo çapemeniyê de got, îro ji bo keyfxweşiya wî ku ji dibistana xwe derketibû, tevlî pîrozbahiya li seyrangehê kiribû, lê xelata wî bû canê wî.
Her wiha bavê wî zarokî diyar dike baafirên dewleta Tirk ew bombebaran kirin.
Yek ji şahidên din ên bûyerê ji ragihandinê re dibêje, “Em xelkê Zêwe Serin, ser bi eşîra Nêrwe ne. Nêzî hezar kes li wêderê bûn. Li nêzî gundê me baregehek leşkerên Tirk lê heye. Ev serbilindiya me ye ku me Tirk anîne tenişta xwe, daku wisan li me bikin?!”
Wî welatî da zanîn ev heft mehin aliyên siyasî yên Başûr li ser posta serokkomariyê şer dikin, lê haya wan ji mala wan tine ye.
Tevî van daxuyanî û gotinên şahidên bûyerê jî, lê çapemeniya PDK’ê dezgeha sîxûrî ya PDK’ê ji bo parastina dewleta Tirk ketine nava hewildanan. Hin ji saziyên çapemeniyê yên PDK’ê dibêjin, bombeya çandî ya PKK’ê bû teqiya, hinek jî dibêjin PKK’ê bi muşekan êriş kiriye. Lê şahidên bûyerê van nûçeyên çapemeniya PDK’ê derewîn derdixin û dibêjin êriş bi rêya balafirên dewleta Tirk pêk hatiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye di saetên êvarê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Zîweser a girêdayî Bamernê ya ser bi Amêdiyê welatiyên ku çubun seyranê bombebaran kir. Di encama êrişê de du zarokên bi navê Yusif temenê wî 14 sale, yê din jî bi navê Avende û temenê wî di navbera 10 ta 13 salî de ye jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Çavkanî: Rojnews