NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî çend çavkaniyên cûda yên herêmî PDK’ê komek meleyên girêdayî xwe şandiye kampa Şûkê ya Geverê, ji bo perwerdeyê ji îmamên AKP’ê bibîne û li xutbeyan de dijî PKK’ê biaxivin û agahiyên ne rast li ser PKK’ê belav bikin.
Li gorî agahiyek ku li ser hinek hesabên medyaya mecazî belavbûne û ji xelkê herêmê hatiye pirsîn, di demeke nêz PDK komek meleyên Amediyê ji bo perwerdeyê şandiye Bakurê Kurdistanê.
Li gorî van çavkaniyan meleyên ku çûne Bakur li kampa Şûkê ya Geverê ji aliyê îmamên AKP’ê ve hatine perwerdekirin.
Têkildarî naveroka perwerdeya ku dîtine jî ev zanyarî hate bidestxistin: “Di xûtbeyan de dijayetiya PKK’ê bikin, agahiyên ne rast li ser Tevgera Azadiyê û gerîlayan belav bikin, gelê herêmê li dijî gerîla sor bikin û rabikin” bûye. Hate gotin, 6 mele taybet li herêmê hatine erkdarkirin û perwerdekirin ji bo xizmetê ji şerê taybet ê dewleta Tirk û PDK’ê re bikin. Hate gotin, li beramber xizmetkirina ji şerê PDK’ê û dewleta Tirk a dijî PKK’ê re pereyeke zêde ji bo van meleyan hatiye dayîn.
Çakvaniyên herêmî nav û wêneyên meleyên ku perwerde ji îmamên AKP’ê dîtine ji ajansa me re şandine. Lê weke prensîbeke ragihandinê heya sedî sed ji nasnameya meleyan nebin, parve nakin.