NAVENDA NÛÇEYAN – Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e yê ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, tevî vasîsê wî Mazlûm Dînç û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e û Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e jî serlêdan kirin.
Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Zêde ya Îmraliyê dan.
Piştî biryara redkirinê ya hakîmtiyê parêzeran astengkirina ‘bêhiqûqî’ ya serdana malbatan di 26’ê Gulanê de ragihandin ji Dadgeha Makeqanûnê.