NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Tolhildan Qendîl, li ser êrîşên dagirkeriyê yên ji 17’ê Nîsanê û vir ve li dijî Zap, Avaşîn û Mîtana ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ve tê kirin, ji ajansa me re nirxandin kir.
Tolhildan Qendîl bi pîrozkirina Pêngava Şoreşgerî ya 1’ê Hizêranê dest bi axaftina xwe kir. Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Tolhildan Qendîl, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişandin ser Komploya Navnetewî ya ku di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de li ser tevahî mirovahiyê hatiye pêşxistin kir û got; Di serî de Pêngava Şoreşgerî ya 1’ê Hizêranê li hemû Kurdistanê pîroz dikim, PKK’ê bi jiyan û çalakiya xwe ve her roj dîroka Kurdistanê ji nû de dinivîse. Yek ji van dîrokên ku PKK’ê nivîsandî jî Pêngava 1’ê Hizêranê ye. Bi Komploya ku di sala 1999’an de li ser Rêber Apo pêkhatî, gerîla yekem car bi paradîgmaya nû, di xeta parastina rawa de, dest bi pêvajoyeke nû ya çalakbûnê kir.
Ev meş her roj xortir dibe, ev meş di pêşengtiya Şehîd Reşîd Serdar de pêş ket. Bi fikra Şerê Gelê Şoreşgerî heta roja me ya îro bê navber dewam kiriye. Pêngava 1’ê Hizêranê di sala 2022 ‘an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê xwe derxist asta herî bilind û asta herî watedar. Dewleta Tirk a dagirker di sala 2022 ‘an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla û li ser gelên Kurdistanê êrîşeke berfireh pêktîne.
Êrîşên li Zap û gerîla, êrîşa li ser tevahî destkeftî û hebûna gelê kurd û Kurdistanê ye
Tolhildan Qendîl da xuyakirin, ku êrîşên dagirkeriyê yên di Zapê de bi pêşketî, êrîşeke ku li ser tevahî destkeftiyên gelê kurd û Kurdistanê ye, axaftinên xwe bi van gotinan dewam kir; “Li ser Zap û li dijî gerîla êrîşeke berfireh hatiye destpêkirin, lê armanca wan tenê dagirkirina wê derê nîne, armanca wan tunekirina gelê kurd, ciwanan û fikirên Rêbertiyê ne. Wan di sala 2015’an de Pêngava Çonkdanînê dan destpêkirin, ev êrîşî hîna berdewamiya wê ye. Lê di şer de berxwedana gerîla bi serket û wan çonkê xwe danîn, bi vê wesîleyê em dîsa dikevin salvegera Pêngava 1’ê Hizêranê. Li ser vê esasê jî divê hemû ciwan û jinên ciwan ên kurdistanê, gelê kurd li çar perçeyan li dijî van êrîşan çalakiyan li darbixin. Bi taybetî erka pêşengtiyê ya ji van çalakiyan re dikeve ser milê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê. Çawa ku ciwnaên Rojhilatê Kurdistanê li dijî komploya ku li ser Rêbertiyê de bi pêşketî, li berxwe dan û fikirên Rêber Apo hembêz kirin, nehêştin ku cezayê darvekirinê li ser Rêbertî were birîn, divê careke din bi heman ruhî tevlî nava seferberiyê bibin û cihê xwe di nava çalakiyan de bigirin û pêşengtiyê ji van çalakiyan re bikin.
Di pêşengtiya ciwanên Rojhilatê Kurdistanê de, divê berxwedana gelê Kurdistanê bilind bibe
Gel û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di dîrokê de di qeder û çareseriya Kurdistanê de rolek girîng leyîstine Îro li welatê me êrîşên dagirkeran pêk tên divê rola xwe ya dîrokî ji nû ve bilîzin. Weke ku tê zanîn, dewleta Tirk hewl dide li dora Kurdistanê dîwar lê bike, veguherîne zindanê û vê zindanê bi rê ve bibe. Divê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê baş bizanibin, divê nehêlin Kurdistan bibe zindan. Ev xaka Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Kes nikare qirêjiya xwe bîne welatê me. Ev welat welatê şehîdan û mirovahiyê ye. Mirovên faşîst û xayîn li vî welatî cihê xwe nîne. Ew ciwanin ku wê van dagirkeran ji xaka me biqedînin. Li Rojhilat Kurdistan û Îranê rewşeke ne diyar heye, li hemberî wê berxwedana ciwanan jî heye, di vê ev berxwedan bi pêşengtiya ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bibe berxwedana tevahî Kurdistanê. Ji ber ku her roj şehîd û birîndar hene, kurdên me tên girtin, ji bo vê pêwîste pêşengtî ji çar perçeyên Kurdistanê re bike.
Divê ciwan erkên xwe yên dîrokî pêkbînin
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Tolhildan Qendîl diyar kir ku divê ciwan di 1’ê Hezîranê de li 4 parçeyên Kurdistanê dakevin qadan û got; “Di 1’ê Hezîranê de di pêşengtiya ciwanên Rojhilatê Kurdistanê de li 4 parçeyên Kurdistanê yekîtiyeke neteweyî, bi fikrê Rêber APO û ruhê berxwedanê ya gerîla, kolan bi kolan divê çalakî bi pêş bikeve. Ji Lorîstan heta Îlamê, ji Îlamê heta Makûyê divê ciwan serî hildin. Divê tevlî pêvajoyê bibe û tevlî berxwedana gerîla bibe. Rast e, êrîşeke berfireh ser Herêmên Parastina Medyayê têne kirin, lê belê dijmin dixwaze bi van êrîşan tevahî destkeftî û hebûna kurdan desteser bike û wê tune bike. Dema ku mirov li dibêje Kurd, cîhana azad, berxwedana gerîla û Rêbertiyê ve tê bîra mirovan, ji bo vê jî divê ciwanên Kurdistanê bi kurdbûyîna xwe serbilind bin. Bi têkoşîna şehîdan îro gelê kurd nasnameya xwe bidest xistine, divê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê vê bizanibin. Ji bilî fikirên Rêbertî, ji bilî PKK, ji bilî gerîla tu riyeke din ya çareseriyê nîne, ev yek êdî îspat bûye, îdeolojiya Rêber Apo û PKK’ê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo tevahî mirovahiyê riya rizgariyê ye. Li ser vê esasê divê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê fikirên Rêber Apo hembêz bikin û erkên xwe yên dîrokî pêkbînin.
Xiyaneta malbata Barzanî û PDK’ê ne tenê parçeyekî wê, tevahiya Kurdistanê hedef digire
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Tolhildan Qendîl diyar kir ku, êrîşên dagirkeriyê ne tenê ji aliyê dagirkeran ve tên kirin, di heman demê de ji aliyê PDK’ê ya hevkar ve jî tên kirin û destnîşan kir, ku divê ciwan hay ji vê hebin. Tolhildan Qendîl got, “Ne tenê li dijî dagirkeran, îro em dibînin ku dagirker van êrîşên dagirkeriyê bi hevkariya malbata Barzanî û PDK’ê ya xayîn ve pêk tînin. Rojhilatê Kurdistan di vê xiyanetê de xwedî êşeke dîrokî ye. Barzanî di hilweşandina Komara Mahabadê de rol lîst. Di kuştina şoreşgeran de, di şexsê Silêman de tevahî kesên ku hatine qetilkirin destê PDK’ê heye. Bi leşkerên Îranê re li dijî Rojhilatê Kurdistanê bûn yek, bûn sedema qetilkirina gel û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê. Li Rojhilat komkujiyeke ku bi hevkariya PDK’ê û malbata Barzanî hate kirin, lê her roj li Başûrê Kurdistanê xaka me difiroşin. Dixwazin şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê pêkhatî bi binbixînin û li Bakurê Kurdistanê jî bi dewleta Tirk re êrîşî gerîla dikin. Xiyaneta malbata Barzanî û PDK’ê ne tenê bi parçeyekî ve girêdayî ye, li çar perçeyên Kurdistanê di nava xiyanetê de ye. Pûçkirina şoreşa Kurdistanê wezîfeyeke ku ji PDK’ê re hatiye dayîn e. Dixwazin destkeftiyên di encama têkoşîna sedan salan a li Rojhilat Kurditanê de hatine bidestxistin, tune bikin.”
Ji bilî gerîla tu rêyeke rizgariyê nîne
Herî dawî Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Tolhildan Qendîl bang li tevahî ciwanên Kurdistanê kir û di serî de bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir ku pêşengtiyê ji vê pêvajoyê re bikin û erkên xwe yên dîrokî pêkbînin û got; Divê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê li hember êrîş û xefikên xiyanetê ve baldar bin û bersivên tund ji wan re bidin. roj roja serhildanê ye, roj roja xwedî derketinê ye, roj roja têkbirina dagirkeriyê ye. Îro xiyanet tenê bi malbat an jî partiyekê re nayê kirin, bê dengî jî weke xiyanetê ye. Ger tenê li malê rûne û li tiştên diqewime mêze bike, ev jî xiyanete. Li Kurdistanê du xet hene, yek xeta serkeftinê û yan din jî xeta xiyanetê. Fikir û felsefeya Rêber Apo û berxwedana PKK’ê wê bi ser bikeve û xiyaneta Barzanî wê bi pêşxistina şoreşa li Kurdistanê re bi bin bikeve. Li ser van bingehan, bi dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ”, destpêkê erka ciwanane ku werin tevlî nava refên gerîla bibin. Ji bo tevahî ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ji bilî gerîla tu riyeke din ya rizgariyê nîne. Bi nasname, hebûn û kurdîtiya xwe wê di nava refên gerîla de azad bijî. Li ser vê bingehê banga me ji bo ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ewe ku di salvegera Pêngava 1’ê Hizêranê de, li Rojhilatê Kurdistanê kolan bi kolan bigirin û çalakiyan bikin, di heman demê de ji çalakiyên tevahî Kurdistanê re pêşengtiyê bikin. careke din bi dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ”, ji bakurê welat heya rojava, ji başûr heya rojhilat ciwanan çalakiyan li darbixin û derb li dagirkeriyê bidin.
NC// Zerya Bagok