AMED – Li navçeya Rezan a Amedê, qereqola polîsan a dagirker bû hedefa DGH û DGK-H’ê.
Li navçeya Rezan a Amedê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li dijî Qereqola Polîsên dagirker a li navçeya Rezan çalakiyek pêk anîn. Di çalakiya ku ji aliyê Yekîneya Şehîd Qasim Engîn a DGH û DGK-H’ê ve hate kirin de, qereqola dagirker ya EYP bi demançe hate hedefgirtin.
Daxuyaniya yekîneyê ya li ser çalakiyê bi vî rengî ye;
“Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê, li ser çiyayên Kurdistanê berdewam dikin. Ne tenê li çiyayên Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê jî zext, îşkence û girtinên li ser gelê me berdewam dikin û li Başûrê Kurdistanê jî êrîşên li dijî gelê me berdewam dikin. Hovîtiya KT û PDK’ê heta zarokan jî dike hedef. Gerîlaya Azadiya Kurdistanê xwedî li berxwedaneke bê hempa derket û li dijî dagirkerî û hevkariyê dîroka Kurdan bi rengekî rasteqîn ji nû ve dinivîsîne.
Em weke ciwanên APOCÎ emê çalakiyên xwe bê navber bidomînin. Yekîneyên Şehîd Qasim Engîn, qereqola polîsan a li taxa Bağlar a Amedê kirin hedef û qereqola polîsan bi demançeyan hat derbkirin. Çalakiya ku me pêk anî ji bo bîranîna hemû şehîdên meha Gulanê û bi taybet Şehîd Qasim Engîn pêk anî. Heta ku em tola şehîdên xwe hilînin, azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin û dagirkerî û hevkariya ji çiyayên Kurdistanê derxînin çalakiyên me wê bidomin.”