RIHA – Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê didomîne got: “Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye. Em ê ji bo vê yekê her daîm têbikoşin.”
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 446’yemîn de berdewam dike. Çalakiya nobetê ya malbatê ji 9’ê Adara 2021’an ve berdewam dike. Ji ber îro dawiya hefteyê Ferîd Şenyaşar û dayika xwe li mala xwe ya li Pirsûsê nobetê didomînin. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi etîketa “me viya jî dît, peyam parve kir û vê peyamê belav kir: “Darazek ku ne serbixwe ye biryara ku bide ne adilane ye. Têkoşîna me ji bo darazek serbixwe ye. Emê ji bo vê yekê her tim têbikoşin.”