QAMIŞLO – Ciwanên Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê meşek li darxistin. Ciwanên TEV-DEM bersiva banga seferberiyê dan û bang li tevahî ciwanan kirin ku ew jî tevlî nava seferberiyê bibin.
Îro ciwanên TEV-DEM’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê ya li ser tevahî Kurdistan û çiyayên wê ve, meşeke girseyî li bajarê Qamişlo li darxistin. Bi tevlîbûna dehan ciwanên kedkar, karker, xwandekar, momaste û hemşîreyan meşê destpêkir. Ciwanan di nava meşê de ala Kurdistanê û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rakirin. Piştî ciwan meşiyan, bi deqeyeke rêzgirtin, li ser navê Ciwanên TEV-DEM’ê Hemrîn Hayder daxuyanî xwand.
Daxuyanî bi tevahî wiha ye;
Wek tê zanîn îro êrîşên dagirkeriyê bi armanca tunekirina şoreşa azadiya kurdistanê li ser Zap, Avaşîn û Metîna tê meşandin. Dewleta Tirk a dagirker, hevkarê wê PDK û Malbata Berzanî derveyî pîvanên mirovahiyê, bi teknîka pêşketî, bikaranîna cekên qedexekirî, bi hemû dek û dolaban van êrîşên qirêj pêktînin. Lê belê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hemû êrîşên hovane, bi îrade û hêzeke pir mezin derbên giran li dijmin dide, dijmin tar û mar kiriye.
Em wekî ciwanên TEV-DEM şerê serkeftinê ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dimeşîne silav dikin. Îro şerê li Zapê dimeşe bi serkeftina gerîla re kêlî bi kêlî mohra xwe li dîrokê dixe. Gerîla li hember êrîşên hovane bi şerê xwe û berxwedaniya xwe, destana serkeftinê dinivisîne. Ev berxwedaniya ku li Zap û Avaşînê pêk tê, di heman demê de ji bo parastina tevahî mirovahiyê ye jî. Ji ber vê jî di şerê serkeftinê de hevalan bi qehremantî şer kirine û gihiştine şehadetê hene, em bejna xwe li hember wan ditewînin, em şopdarî riya van şehîdanin.
Ji bo seferberiya ku komelên ciwan ragihandiye em weke ciwanên TEV-DEM’ê em xwedî li bangewaziya komelên ciwan derdikevin em jî tevlî seferberiyê dibin. Meşa dirêj ya 3’ê rojan ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger li dardixîne bi dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ”,armanca meşê ewe ku li dijî êrîşên dagirkerî û îxanetê, li kêleka gerîla bibin yek. Em jî weke ciwanên TEV-DEM li dijî êrîşên dewleta Tirk ya faşîst û hevkarê wê PDK’ê tevlîbûna xwe ya ji meşê re radigihînin. Banga me jî ji bo tevahî ciwanên Rojavayê Kurdistanê ewe ku ew jî tevlî meşê bibin, em bi hev re li dijî dagirkerî û îxanetê rabin ser piyan, ta ku em Kurdistaneke azad û jiyanake bi rûmet ava bikin.
Herî dawî ciwanan siloganê weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla û Bimire Îxanet” berz kirin.