REQA – Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê, wê di 30’ê Gulanê de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê, meşeke dirêj were li darxistin. Meş wê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve, 3’ê rojan dewam bike.
Li ser vê bingehê tevahî ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyan tevlîbûna xwe ya ji meşa serkeftinê re radighînin. Ciwan li ser esasê banga Komalên Ciwan ya ji seferberiyê re, li dijî dagirkerî û îxanetê, wê çalakiyan li darbixin.
Îro jî Desteya Ciwanan ya Werzîşê a Reqa, Tebqa û Dêrazor’ê derberê teqezkirina xwe ya ji tevlîbûna meşê re daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Desteya Ciwanan ya Werzîşê Bozan Berkel ve hate xwandin.
Bi tevahî daxuyanî wiha ye;
Mîna ku em dizanin dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên xayîn, êrişî her çar parçeyên Kurdistanê dikin. Êrişên wê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ne yên yekemîn in, ji salan ve dixwaze gerîla û gelên azadîxwaz tune bike. Ji bo wê dewleta Tirk bi Kurdên xayîn û malbata Barzanî re hewl dide gerîla tune bike ku ji bo rûmeta gelê me û gelên bindest li Kurdistan û cîhanê tê dikoşin. Berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê, QSD, YPG, YPJ û ciwanan li Bakur-Rojhilatê Sûriyê li hember gefên dewleta Tirk a dagirker û hêzên ku hewl didin gelê herêmê qir bikin, ji ciwanên Kurd, Ereb û Suryan pêwîst dike ku berxwedanê bidomînin. Di çarçoveya bangewaziya ciwanan a seferberiya giştî de ku bi dirûşma ‘Werin cenga azadiyê li dijî dagirkerî û xiyanetê’ em ê meşeke dirêj ji Qamişlo heta Dêrikê ya 3 rojan li dar bixin. Meşa me dê 30`yê Gulanê dest pê bike. Em bang li tevgerên ciwanan, werzîşvanan û partiyan dikin ku tev li meşê bibin. Xwedî vîn bin û helwesta xwe li hember dagirkeriyê û xiyaneta malbata Barzanî nîşan bidin. Emê ji bo azadiyê li berxwe bidin û têbikoşin. Serkeftin dê para gerîla û gelê me be.”